Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dinyayê bext û wijdan nema

Şînda Ekrem |

‘Hawar bext nema, wijdan nema lê bi xwedê û tawisê melek em ê li pişt şervanê xwe bin’

Ev gotina dayikeke şengalî ye ku destê xwe hildaye jor û bi hewar bang dike, qêrîna vê dayikê bi hêrs derket pêş, dema êrîşa dewleta tirk a dagirker di 17’ê Tebaxê de li ser Nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê pêk hat.

Dema mirov dîmenekî wisa di malperên medyayên civakî de temaşe dike, gelek tişt di serê mirov de diçe û tê ku yek ji wan  Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a ku hikûmeta Iraqê û PDK`ê bi serkêşiya Tirkiyeyê ragihand, ji êzidiyan re isbat kir ku fermanên li dijî êzidiyan berdewam in.

Peymana ku di bin navê ‘Birêxistinkirina kar û barên îdarî û ewlehiyê yên Şengalê’ de hat îmzekirin, ji aliyê civaka êzidî ya li Şengalê ve hat redkirin û bendên peymanê nehatin pêkanîn.

Ji lewma piştî demekê Erdogan rasterast gef xwar û piştî nimêja înê ya li bajarê Stenbolê di 22’ê çileya 2021’an de ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got “ew ê bê agahî şevekê êrîşî Şengalê bikin” ku îro li pêşiya hikûmeta Iraqê bê ser û ber êrîşî gelê Şengalê dike.

Bêguman êrîşên dagirkeriya tirk piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin paqijkirin, ji 2017’an heta niha dewleta tirk zêdetirîn 20 caran êrîşî herêmê kir, bi vê yekê diyar dibe ku DAIŞ bi piştgiriya dewleta tirk êrîşa Şengalê kir.

Dagirkeriya tirk bi hedefgirtina fermandar û êzidiyan hewl dide rasterast berxwedan û rêveberiya êzidiyan têk bibe. Mînaka vê jî hedefgirtina endamê Konseya Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî û piştre jî Mam Beşîr û hedefgirtina fermandarê giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî ye.

Lê gelê Şengalê bi israr berxwedan û birêxistinbûyîna xwe xurt kir û 23’yê tîrmeha 2021’an Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansa xwe ya çaremîn li dar xist, hevserokatiyeke nû hilbijart û pêkhateya şiî bi awayekî fermî tev li rêveberiyê bû.

Di dawiya konferansê de encamnameyek derket û tê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser mafekî rewa yê êzidiyan e û destûra Iraqê wê dabîn dike û tu carî parçekirina Iraqê armanc nake.

Ji lewma Erdogan rasterast gef xwarina ku beriya niha di 22’ê çileya 2021’an de, ji dezgehên çapemeniyê re ragihandibû  ku ‘dê bê agahî şevekê êrîşî Şengalê bikin’, mînaka vê yekê jî êrîşa di 16’ê tebaxê de balafirên şer ên Tirkiyeyê erebeya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin hedef, di encamê de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn. Li gor çavkaniyên ku ji Şengalê ragihandin ev êrîş bi planeke erêkirî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve pêk hatiye, ji ber fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda di wan kêliyan de li bendê bûn serkokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêşwazî bikin.

Piştî êrîşê bi daxuyaniyeke şermok serkokwezîrê Iraqê Kazimî di ragihandinê de got ew ê li ser vê bûyerê lekolîn bikin, lê xuyaye lêkolînên wan di aliyê tunekirina gelê Şengalê de îmzekirîne ku di 17’ê tebaxê de vê carê piştî nîvro di saet 14:00’an de bi kordîneya balafirên bê mirov (ÎHA) re balafirên şer ên dewleta tirk Nexweşxaneya Sikeniyê ya girêdayî Şengalê bomberdûman kir. Ev nexweşxaneya Sikeniyê di bin parastina YBŞ’ê de ye ku ji bo pêdiviyên hêzên parastinê û gelê êzidî û ereban hatibû vekirin. Ku Ev nexweşxane di bin xizmeta Yekîneyên Berxwedana Şengalê û gelê herêma Şengalê de bû ku di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.

Lê ger mirov îro li gelê Şengalê temaşe bike ji bilî hêrs û têkoşînê di çavên wan de tune ku mînaka wê jî dayika ku dibêje ‘bext û wijdan li dinê nema lê bi xwedê û tawisê melek em ê li pişt şervanê xwe bin.’

Ji ber vê jî êdî çiqas komplo û peyman bên îmzakirin jî dê ev gel têbikoşe û gavan paşde neavêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar