Navenda Nûçeyan |
Dîrekterorê Giştî yê Rêxistina Zexîre û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Çu Dongyu bi wesîleya salvegera 75’emîn a damezrandina FAO’yê bi rêya vîdeoyê peyamek weşand. Dongyu destnîşan kir ku li dinyayê 700 milyon însan birçî ne û bi hatina şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rewş xerabtir bûye. Dongyu da zanîn ku avakirina FAO’yê xwedî dîrokek girîng e û avakirina vê ji bo gel û netewên dinyayê hemûyan fikrek şoreşgerî bû.
Her wiha Dongyu anî ziman ku di nava van 75 salan gelek tiştên baş birêve birine lê bele di roja îroyîn de hejarî û feqîrî li dinyayê heye û diyar kir ku ji bo ew birçîbûn û feqîriyê bi dawî bikin pêdivî bi xebatek hevpar heye.