Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li dizên hiş û aqilan haydar bin

Ji hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adarê re hindik ma. Her partî ji milê xwe ve xebatên hilbijartinê dimeşîne. Her partiyekê li gorî xwe bernameyên hilbijartinê dane pêş xwe û dixin meriyetê. Partiya îqtîdarê wekî di her hilbijartin de, niha jî bi pratîkên xapandinê û diziya aqil derdikeve pêş. Îro îqtîdara AKP-MHP’ê aqilê zarokên kurdan pûç dike û didize. Bi tiryak û esrarê pûç dike. Divê ji niha de malbatên kurd û partiyên gel rê li pêş vê yekê bigirin.

Îqtîdar, ji bo hilbijêrên xizan, hewl dide bi rêbazên aborî gel bixapîne. Hin caran bi komirê, hin caran bi maqarna, hin caran bi sarinc (buzdolabı) hewl dide ku gel bixapîne û bi dengê wan dîsa xwe bike îxtîdar. Ji bo hilbijêrên nijadperest, bi şer û operasyonên li derveyî sînor serî li rêbazên xapandinê dide. Di hilbijartina sala par de, li gel ku erdhej li 11 bajaran pêk hat û zêdetirî 100 hezar mirov hatin qetilkirin jî dîsa Erdogan û koma xwe bi gotina “Em ê ji bo erdhejzedeyan konutan çekin, ev qeder e” hem ser sûcê xwe yê “Aştîya Îmarê” girt. Hem jî wekî ku sûc nekiriye û nebûye sersebebê hilweşîna sed hezaran avahiyan, wekî qeder nîşan da. Dîsa wekî xwedê sûc kiriye qeder nîşan da û soza bêbingeh da welatiyan. Her çend soza “Dê di salekê de ji hemû mexdûrên erdhejê re konûtan çeke” da jî, heta niha bi deh hezaran welatî bê cih û bêwar in. Konutên hatine çêkirin jî li şûna bêpere bide welatiyan, bi pereyan difiroşe welatiyan.

Îktîdara AKP’ê di 22 salan de gelek caran bi rê û rêbazên cuda hilbijêr xapandine. Hin caran bi soza demokrasiyê, hin caran bi rêbaza azadiya ramanê û aştiyê, hin caran bi rêbaza dê pirsgirêka aborî çareser bike û hin caran dê rê li pêş koçberî, nelirêtî û diziye bigire hilbijêr xapandine. Lê dema mirov li belge û pratîkê dinere, dibîne ku di serdema AKP’ê de şer bêtir zêde bû. Kuştin, bêtir zêde bû. Dizî, nelirêtî, tiryak, koçberî bêtir zêde bû. Pereyên tirk (TL) li hemberî dolar bûye wekî kayê.

Polîtîkaya herî taybet a îktîdarê jî şerê taybet ê li dijî ciwanên kurd û muxalif e.

Listik û hîleyên ku AKP li ser hilbijêran dimeşîne li ber çavan e. Her hilbijêrên ku li boçûna 22 salan binere divê baş bifikire û rast deng/raya xwe bikar bîne.

Ne tenê hilbijêr, divê partiyên ku armanca wan azadiya civakê û xizmeta civakê ye jî baş bixebitin. DEM partî yekem car dikeve hilbijartinê. Beriya wê Yeşîl Sol ketibû hilbijartinê. Beriya wê HDP çend caran li ser hev ket hilbijartinê. Beriya wê jî DBP, BDP, DTP û DEHAP û HADEP…

Di encamê de her çend navê van partiyên hatibe guhertin jî, girseya wan û hilbijêrên wan yek e. Navê partiyê çi dibe bila bibe; eger felsefe, paradîgma û rêziknameya wê partiyê li ser esasê parastina nirxên civakî, aştî, demokrasî, wekhevî, edalet, pir zimanî, pir çandî û pir baweriyan hatibe avakirin, wê demê divê li dijî partiyên din baş xwe bi rêxistin bike û destûr nede ku partiyên din têkeve nava hilbijêrên wê.

Îro AKP bi rêya Hudaparê hewl dide hilbijêrên DEM Partiyê bixapîne û ji wê bidize. Hewl dide ciwanan tevan serxweş bixe û mejî û aqilê wan bidize. Berê bi rêya hîzbulkontra hemû zarokên kurdan li dibistanan serxweş dikirin. Aqilê wan ji serê wan didizîn. Piştî aqil ji serê wan dizîn, ew zarok û ciwan dihatin dijberî malbatên xwe û li dijî malbat û nirxên civakê şer dikirin.

Niha jî hin ciwanan dibin li bajarên cuda digerînin, pereyan peşkêşî wan dikin û hîtabî hestê wan dikin. Dixwazin zarokên kurdan bi ger û seyranan, bi pereyan bixapînin. Eger nikarin vê yekê pêk bînin jî esrar, baly, kristal û maddeyên cuda yên tiryakê li nava ciwanên kurdan belav dikin. Di salên dawî de bikaranîna tiryakê li bajarên Kurdistanê gelek zêde bûye.

Bi destê polîsan tiryakê belav dikin. Bi rêya tiryakê hiş û aqilê zarokên kurdan ji serê wan didizin. Zarok û ciwanên kurdan tevî bi esrar, krîstal û maddeyên cuda ditevizîne û hişê wan pûç dike. Êdî ew ciwan ne kêrî xwe, ne kêrî malbata xwe û ne jî kêrî millete xwe tên.

Eger îro DEM Partî li ser pêşeroja ciwanên kurd û muxalif plan û projeyan çenek dê siberoja xwe lawaz bike. Eger DEM Partî ciwanên kurdan ji destê dizan xelas neke û ciwanan neparêze, dê partiyek bêciwan pêş bikeve. Partiya bêciwan jî siberoja wê di xetereyê de ye. Ku ji niha de rê li pêş vê yekê negire, her çend îro hilbijartinê bi dest bixe jî siberoja wê di xetereyê de ye.

Nûçeyên Têkildar