Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li dû xwe mîrateyek e hêja hişt

Hunermend Tehsîn Taha di jiyana xwe de her ji bo gelê kurd huner pêş xist û ji bo azadiya civaka kurd û Kurdistanê têdikoşe. Tehsîn Taha bi giştî 8 albuma derdixe û herî zêde bi strana “Ey Felek” jî di nav de bi stranên xwe yên navdar yên mîna “Bêrîvanê” û “Rabe Cotyar” tê nasîn. Hurnermend Taha mîrateyeke hêja ji dengbêj, hunermend û stranbêjên kurd re hiştiye

Kêm hunermend hene ku li gorî rist û bendewariyên civaka xwe tevdigerin. Hunermend Tehsîn Taha jî yek ji wan hunermendan e ku bi têkoşîn, xebat û hunera xwe mîrateyeke giranbûha ji civaka kurd re hiştiye. Bi taybetî jî bi stranên xwe, cih û textekî bilind di dilê civaka xwe de afirandiye. Bêguman wekî her hunermendê li ser doza têkoşîna civaka xwe gelekî êş kêşandiye û bedel daye. Tehsîn Taha di 25’ê gulana 1941’an li bajarê Amêdiyê yê başûrê Kurdîstanê ji dayik dibe. Perwerdeya xwe li Mûsil û Bexdayê dibîne. Ji ber karê bavê xwe, bi malbatî bajar bi bajar geriyane.

Tehsîn Taha di temenê xwe yê biçûk de muzîkê nas dike. Di bin bandora M. Arîf Cizrewî û Hesen Cizrewî de dimîne. Cara yekemîn di sala 1958’an de li Radyoya Bexdayê di beşa kurdî de dest bi xebatê dike û stranan dibêje. Hunermend di temenê xwe yê ciwantiyê de di nav civaka kurd de tê nasîn. Hunermend Taha piştî qedandina zanîngeyê jî wekî mamosteyê muzîkê xebatên xwe didomîne.

Di civaka kurd de her hunrmend, rewşenbîr, nivîskar, dengbêj û stranbêj li gel pêşandina hunerên xwe bi êşa neteweya kurd re jî radibûn. Ji bo azadiya civakê li aliyekî bi hunera xwe gel hişyar dikirin li aliyê din jî bi xwe tev li têkoşîna azadiya civaka kurd û Kurdistanê dibûn. Li gel hunermendiyê dil û heşê Tehsîn Taha li ser azadiya Kurdistan û neteweya kurd e. Di sala 1961’an de jî diçe Zaxoyê û tev li Şoreşa Kurdistanê dibe. Di navîna salên 60’î de ji aliyê rejîma Iraqê ve tê girtin û nêzikî 2 salan girtî dimîne.

Ji bo çi strana Ey Felek?

Di sala 1970’yan de hunermend careke din dizîvire Bexdayê û li radyoyê dest bi kar dike. Hunermend Taha di stranên xwe de qala evîn, hezkirin û welaparêziyê dike. Di sala 1975’an de dema tevgera Mele Mustafa Barzanî li dijî rejîmî bi ser nakeve û têk diçe strana “Ey Felek” dinivîse û hestên xwe tînî ziman. Hunermend Tehsîn Taha bi hunermendên mîna; Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Gulbihar, Salîm Helebî, Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelek hunermendên kurd re tevdigere, stranan dibêje. Êdî li her derê nav û dengê wî belav dibe û tê hezkirin.

Tehsîn Taha bi giştî 8 albuma derdixe. Hunermend herî zêde bi strana “Ey Felek” jî di nav de bi stranên xwe yên navdar yên mîna “Bêrîvanê” û “Rabe Cotyar” tê nasîn. Hurnermend Taha mîrateyeke hêja ji dengbêj, hunermend û stranbêjên kurd re hiştiye. Bi muzîk û şîroveya xwe xwedî taybetmendiyek e girîng û cihekî taybet û cuda ye.

Hunermend Tehsîn Taha, heta mirina xwe bi dehan stranên ku ji ser zimanan neket afirand û wekî mîrateyeke giranbûha li dû xwe hişt. Gula Min Werîya, Bi Tinê, Çav Belek, Amêdîkê Bilind e, Bûka Behdîna, Rabe Cotyar, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evindar im, Bêrîvanê, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê an ne, Pismamo, Cîranê, Eman eman, Aso, Rewşena malê, Xwîna dilan, Derdo, Were Canê, Yarî Dilo, Wele şî nakim, Min bidinê hin ji stranên ku gotiye. Tehsîn Taha bi giştî 8 albuma derdixe. Hunermend herî zêde bi strana “Ey Felek” jî di nav de bi stranên xwe yên navdar yên mîna “Bêrîvanê” û “Rabe Cotyar” tê nasîn.

Dixwest şerê “Birakujî” bi dawî bibe

Hunermend Taha di destpêka salên 90’î de diçe Ewropayê. Li vir beşdarî gelek şev û şahiyan dibe. Tehsîn Taha qet ne alîgirê rêxistin û partiyekê bû. Jixwe ji ber aciziya şerê “Birakujî” li Hollandayê bi cih dibe. Her armanc dike ku ev şerê “Birakujî” bi dawî bibe, tifaqa kurdan pêş bikeve û yekitiyek ava bibe. Lê temenî wî têrê nake. Tehsîn Taha di 13’yê adara 1994’an de ji ber nexweşiya ku lê peyda dibe Hollandayê diçe nexweşxaneyê û demekê tedawî dibîne. Lê belê di 28’ê gulana 1995’an de li nexweşxaneya ku tê dermankirin jiyana xwe ji dest dide. Hunermend Tehsîn Taha li bajarê Amediyê tê definkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar