Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Duhokê 10 kes hatin binçavkirin

Ji bo berdana 16 kesên di dema serhildana gelê Şêladizê de hatine binçavkirin, komeke ji Tevgera Nifşê Nû li Duhokê çalakî li dar xist. Hêzên asayîşê êrîşî çalakiyê kir û tevî rojnamegerekî 10 çalakvan binçav kirin

Gelê Şêladizê, Dêralok û Duhokê di 26’ê çileyê de li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmê ku di encama bombebaranê de gelek sivîl hatibûn qetilkirin, daketibûn qadan. Welatiyên ku serî hildan, bi ser baregeha leşkerî ya Sîrê de girtibûn û dabûn ber agir. Di çalakiyê de artêşa tirk gule li gel berandibûn 2 sivîl qetil kiribûn û gelek jî birîndar bûbûn.

Berxwedana gelê herêmê ku artêşa tirk tirsand, di heman demê de PDK jî xistibû nava liv û tevgerê. PDK li şûna ku bertek nîşanî artêşa tirk û komkujiya wan bide, êrîşî gel kiribû û 80 kes binçav kiribûn. Ji welatiyên hatin binçavkirin 16 jê hîn jî binçavkirî ne.

Rojnamegerek jî hate binçavkirin

Duh jî li hemberî neberdana welatiyên hatin binçavkirin, komekê li Duhokê çalakî pêk anî. Çalakvanan xwest ku kesên hatin binçavkirin bên berdan. Lê hêzên asayîşê êrîşî komê kir û 10 çalakvan binçav kirin. Hat zanîn ku yek ji van kesên hatin binçavkirin jî rojnamevan e.

Li gorî agahiyan, ji 10 kesên hatin binçavkirin 9 jê endamên Tevgera Nifşê Nû ne û yek jî nûçegihanê NRT TV’yê ye. Ji kesên hatine binçavirin 3 jê li Duhokê, 13 jî li Girtîgeha Sîrka tên hiştin. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar