Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Duhokê 7 enî ji bo boykotkirina malên tirkî dixebitin

Ji bo boykotkirina malên tirkî li Duhokê 7 eniyên boykotkirinê hene. Ji endamên pêngava boykotkirina malên tirkî Eyhan Seîd diyar kir ku boykot ji hêla gelê herêmê ve pir erênî tê pêşwazîkirin. Seîd bang li hikûmeta Başûr jî kir ku tev li pêngava boykotê bibin

Pêngava boykotkirina malên tirkî ya ku li başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibe. Bi heman boneyê li Duhokê 7 enî ji bo boykotkirina malên tirkî dixebitin. Têkildarî mijarê endamê eniya boykotkirina malên tirkî yê li Duhokê Eyhan Seîd anî ziman ku 7 desteyên boykotkirina malên tirkî li Duhokê hene û wiha got: “Li her bajarokekê Behdînanê desteyek heye. Her desteyek ji sê beşan pêk tê. Ev jî beşên medya, tora civakî û peywendiyan in. Ev deste bi weberhên û bazirganan re dicivin. Beşê medyayê dinava bazarê de bi rêya belavokan xelkê hişyar dike.”

Di berdewamê de jî Seîd diyar kir ku xelk û bazirgan bi giştî wan baş pêşwazî dikin û wiha domand: “Ev proseya pêngava boykotkirina malên tirkî, bûye hevdengiyeke niştimanî. Ji ber ku êdî ew dijminê xwe nas dikin. Divê ev prose bidome. Her welatê ku dijminê Kurdistanê be, em dikarin bi rêya boykotê peyamek baş bidin wan. Bi van gavan em dibêjin ger ku hûn li Rojava dagirkeriyê bikin, em ê li dijî we bisekinin û gelê kurd zindî ye. Divê li her çar parçeyan kurd tev li boykotê bibe.”

Herî dawî jî Seîd ev tişt destnîşan kir: “Bi destpêkirina pêngavê re em bi bazirganan re civiyan. Ji me re gotin ku daxwaza gel a ji bo berhemên xwemalî zêde bûye. Boykot her wiha ji bo malên xwemalî jî piştgiriyeke. Li şûna ku ji derve mal bistînin, bila li vir kargeh bên avakirin. Ev jî dê aboriya herêmê bihêz bike. Divê hikûmet û desthilatên Başûr baş bizanin ku ger îro Rojava bê dagirkirin, dê piştre jî Başûr bibe hedef. Ji ber vê jî divê xwedî helwesteke cidî bin. Lê hikûmeta Başûr ji ber berjewendiyên xwe yên dewleta tirk re, tev li boykotê nabe. Divê ji bo rawestandina peymana 50 salan a bi dewleta tirk re bikevin nava tevgerê.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar