Li bajarê Duhokê cenazeyê ciwanek rojavayî hat dîtin. Li gorî agahiyên despêkê ciwanê Rojavayî bi xwe xwe kuştiye
Li Duhokê cenazeyê ciwanek rojavayî hate dîtin. Li gorî daxuyaniya ragihandina rêveberiya polîsên Duhokê, duh bi şev cenazeyê ciwanek ku xelkê rojavayê Kurdistanê ye, li şuqe ya ku têde dima ya li Duhokê de hatiye dîtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ciwanê ku cenazeyê wî hatiye dîtin, ew 3 roj bû neçûbû ser karê xwe. Li ser vê yekê polîs çûn cihê ku ciwan lê dimîne û bi zorê deriyê şuqeyê şikandin. Piştî ku polîs çûne mal ve, cenazeyê ciwan dîtin. Li gorî daxuyaniyê ciwanê penaber dawî li jiyana xwe aniye. Polîsan di derbarê bûyerê de lêkolîn da despêkirin. DUHOK