Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Duzceyê nijadperestan êrîşî karkerên kurd kirin

Karkerên kurd ên ku ji bo komkirina findiqan çûbûn Dûzceyê, li mala lê diman bi êrîşek nijadperest re rûbirû man

Karkerên kurd ên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûn navçeya Akçakoca ya Duzceyê, duh bi şev bi êrîşa nijadperestan re rûbirû man. Muhammed Gunel yek ji wan karkeran e ku ji Ajansa MA’yê re axivî û qala êrîşa li hember wan pêk hatiye kir.

Gunel da xuyakirin ku ew beriya mehekê 8 kesên ji Mêrdînê ji bo komkirina findiqan hatine Duzceyê û cama paceya mala ku duh şev lê diman ji nişka ve bi kevirekî ku ji derve hat avêtin hat şikandin û destnîşan kir ku wan dît ku du kes li ber derî li benda wan in, dema ku derketin ku fêm bikin ka çi qewimiye û van kesan gotiye ew naxwazin karkerên kurd li vir bimînin.

Gunel diyar kir ku heman kesan gefên wekî ‘Ger hûn di 10 deqeyan de vî cihî vala nekin, em ê mala we bişewitînin, em ê bi kevir û tivingê werin we’ li wan xwarine û got ku paşê nêzî 20-30 kesî kom bûne û heqaret li wan kirine û gef li wan xwarin e.

Gunel diyar kir ku wan li ser vê yekê du caran bi telefonê li polîsan geriyane û rewşê vegotine lê polîsan gotiye ‘Em nikarin werin berî ku bûyerek biqewime’ û wî ji ji polîsan re gotiye ‘Wê hingê hûn ê werin cenazeyên me werbigirin.’

Gunel da zanîn ku paşê polîs hatine ew birine miduriyeta polîsan û pişt re du êrîşkar jî hatine û ne li ser êrîşkaran li ser wan lêgerîn pêk hatiye û got polîsan ji wan xwestiye ser bûyerê bigirin.

Gunel destnîşan kir ku ew hê li mala ku êrîş lê hatiye kirin dimînin û hevalê wî Mehmet Furkan Çîçek ji bo îfadeya wî bê girtin birin dozgeriyê û ew niha tiştên xwe didin hev da ku vegerin bajarê xwe Mêrdînê. DUZCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar