Li Alabama ya li başûrê rojhilat ê DYA’yê ji ber bahozê herî kêm 23 kes mirin
Li herêma Alabama ya Dewletyên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) bahozeke mezin rabû. Ji ber bahoza dijwar bi hezaran xanî bê elektrîk man û xisareke giran rû da. Li gorî medya herêmî, şefê konta Lee Jay Jones diyar kiriye ku hejmara miriyan gihîştiye 23 kesan. Şerîf Jones diyar kir ku gelek kes jî winda ne û rewşa hin ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê giran e. Rayedarên nexweşxaneyê gotin ku çend ji kesên jiyana xwe ji dest dane zarok in.
Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê twitterê sersaxî xwest û wiha got: “Ba û bager bi rastî jî dijwar bûn, dibe ku bahozên din jî rû bidin.” ALABAMA