Li navçeya Ebexê ya Wanê hevşaredara Ebexê ku bi hinceta KHK’î ye mazbata wê nehat dayîn jî din av de 12 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin
Li navçeya Ebexê ya Wanê polîsên tirk bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt û hevşaredera Ebexê Leyla Atsak a bi hinceta KHK’î ye mazbata wê nedan jî di nav de 12 kesan binçav kirin. Sedema operasyonê nehat zanîn. Navê kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin wiha ne: Leyla Atsak, M. Siddik Moraner, Halîl û Kerem Koç, Suleyman Kaya, Hulya Kaya, Nacî Utaş, Zeynal Keleş, Salîh Candeger, Nacî Dorak, Şeref Temel û Nurî Kizilaslan. WAN