Li Edene û Antalyayê polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta ‘Propagandaya DHKP-C’ê kirine’ 8 kes binçav kirin
Polîsan di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin, li Edene û Antalyayê bi ser gelek malan de girt. Di dema serdegirtinan de polîsên tîmên taybet deriyên malan şikandin û bi vî awayî ketin malan.
Hat zanîn ku polîsan di dema serdegirtinê de dest danîne ser gelek amûrên dijîtal jî. Hat diyarkirin ku di dema lêgerînê de polîsan her tiş belav kir. Di serdegirtina malan de bi giştî 8 kes bi îdiaya ‘Propagandaya DHKP-C’ê kirine’ hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. EDENE