Li Edeneyê 6 kes bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî hatin binçavkirin
Li Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polîsan parvekirinên medya civakî hinceta nîşan da û bi angaşta ku li ser medya civakî ‘propagandaya rêxistinê kirine’ 6 kesan binçav kirin. Di serdegirtinan de polîsan malan di lêgerînê re derbas kirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binaçvkirin li Şaxa Siyasî ya Muduriyeta Ewlehiye ya Edeneyê tên girtin.
Nav çend kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha; Îlker Gen, Mûzaffer Kanat, Cem Bûlût ve Serpîl Demîrel. EDENE