Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Edeneyê dema tirşiyê

Li Edeneyê jinan dest bi çêkirina tirşiyê kirin. Jinan bertek nîşanê bihayê xurekan û krîza aborî dan

Jinên ku ji ser axa xwe ji ber sedemên cuda koçî bajarên mezin kirin, li dijî jiyana bajar û derfetên aborî li ber xwe didin û ji bo mehên zivistanê amadekariyan didomînin. Li Edeneyê, piştî çêkirina konserve, salçe, sebze û fêkiyên hişk şûnde niha jî tirşî tê çêkirin.

Jina bi navê Atiye Gorgun ku bi hevkariya cîranên xwe tirşiyê çêdike, diyar kir ku ev nêzî mehekê ye her carê hinek sebze û fêkî digire û pê konserve, tirşî û rîçal çêdike. Gorgu ku 25 sal berê ji Êlihê koçî Edeneyê kiriye wiha got: “Em her sal van deman dest bi çêkirina tirşiyê dikin. Malbata me qerebalix e. Em bê tirşî xwarinê naxwin. Em her sal ji bo xwe ku heta têrî biharê dike, tirşiyê çêdikin. Lê îsal her tişt pir biha bû. Me kêm kêm girt û çêkir.”

Gorgun anî ziman ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan kiriye û wiha domand: “Îsal her tişt pir biha ye. Em destê xwe diavêjin çi, nikarin bigirin. Kelem 6, xiyar 7, gizêr 5 TL ye. Her tişt biha ye lê em neçar in bigirin. Ji ber ku ji ya amade baştir e. Em çanda xwe li vir jî didomînin. Tenûrên me hene. Em nanê xwe li vir çêdikin.”

‘Em kêm kêm digirin’

Jina bi navê Suphiye Altin jî bertek nîşanê bihayan da û ev tişt anî ziman: “Em xizan in, em nizanin çi bikin. Heta ji destê me tê em ji xurekên xwe dibirin. Polîtîkayên Erdogan em perîşan kirin. Tevî van şertên zehmet, em bi hevkariya cîranan ji xwe re tirşiyê çêdikin.”

‘Gelek kesî îsal tiştek çênekir’

Jina bi navê Kadriye Tatli da zanîn ku wê her sal tirşî çêkiriye û îsal ji ber aboriyê amadekarî nekiriye û wiha got: “Gelek kesî îsal ji ber bihayan tiştek nekir. Pereyê dikeve malên gel diyar in. Yên ku amadekarî kirine jî ji gelek xurekî dibirin û amadekariyan dikin. Her tişt gelek biha bûye. Bedela wê dîsa jin didin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar