Li Edeneyê polîsan bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
Di saetên serê sibehê de polîsên dewleta tirk li Edeneyê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan ku li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin bi ser malan de girtin, malên welatiyan qul bi qul di lêgerînê re derbas kirin û gelek kes binçav kirin.
Welatiyên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Edeneyê hatin kirin. Sedema serdegirtina malan nehate zanîn. EDENE