Li navçeya Yuregîrê li dijî serwîsa ku polisên hêzên çevîk dikişand, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de gelek mirî û birîndar hene
Li taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Yuregîr a Edeneyê saet di 07.20’an de li dijî serwîsa zirxî ya polisên hêzên çevîk dikişand, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de xesareke mezin gihîşt serwîsa zirxî. Tê gotin ku di êrîşê de gelek mirî û birîndar hene. Birîndaran rakirine nexweşxaneyên cûda yen bajar. EDENE