Navenda Nûçeyan |
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku hêzên wan di 25 û 27’ê nîsanê de li herêmên Bab û navçeya Şera ya Efrînî li dijî artêşa tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîn.
HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di roja 25’ê nîsanê de li herêma Babê li dijî wesayîteke çeteyan çalakiya sabotajê pêk anîn û ev agahî dan: “Di encama çalakiyê de wesayîtek hate îmhakirin, 2 leşker û 2 çete hatin kuştin, 2 leşker û çeteyek jî birîndar bûn.”
Daxuyanîwiha bi dawî bû: “Di 27’ê nîsanê de jî hêzên me li gundê Enabkê yê navçeya Şera ya Efrînê çalakî pêk anî. Di encama çalakiya sûîqestê de çeteyek hate kuştin.”