Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Efrîn û Ezazê 5 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî hêzên artêşa tirk û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê du çalakiyên bi bandor pêk anîne. Hat destnîşankirin ku di çalakiyan de 5 leşker û çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di 9’ê çileyê de li dijî hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên li Efrînê çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên wan li dijî hêzên dagirker çalakiyên bi bandor pêk tînin û derbên giran li hêzên dagirker dixin.

Di daxuyaniyê de Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kir ku hêzên wan di 9’ê çileyê de li Efrîn û Ezazê 2 çalakî pêk anîne û daxuyand ku hêzên wan li gundê Gobelê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî wesayîteke zirxî ya artêşa tirk, çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiyê de wesayît bi temamî hatiye rûxandin, leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li Ezazê çalakî

Daxuyanî bi van agahiyan bi dawî bû: “Hêzên me di heman rojê de li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li dijî  wesayîteke çeteyên artêşa tirk a dagirker, çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 4 dagirkerên di wesayîtê de hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû. Navê çeteyên hatine kuştin wiha ne; ‘Hisên Elo, Yasir Emîq, Merwan Ebdulrehman û Mihemed El Eşqar’. Wesayîta ku bûye hedefa hêzên me, îmha bû.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar