PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Efrîn û Ezazê 9 çeteyên dagirker hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 8 û 9’ê kanûnê de li Efrîn û Ezazê li dijî komên çete çalakiyên sabatojê pêk anîn. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyan de herî kêm 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên Efrîn û Ezazê di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê pêk anîn.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 8’ê kanûnê de li herêma di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên Şera ya Efrînê de li dijî komên çete yên Sûltan Mûrad çalakiyeke sabotajê pêk anî û di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di berdewamê de jî HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di heman rojê de li herêma di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yên Şerewa yên Efrînê de li dijî koma çete ya Feylaq El Şamê çalakiyeke sabotajê pêk anî û di çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin, çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Herî dawî jî HRE’yê ev agahî dan: “Di 9’ê kanûnê de jî hêzên me li derdora herêma Ezazê li dijî koma çete ya bi navê Firqat El Hemze çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar