Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrîn û Mareyê 11 çete hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên rojên dawîn ên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de agahî dan.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 8’ê adarê de li gundê Arab Wêran ê Şera ya Efrînê çalakiyeke sabotajê pêk anî û di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. HRE’yê da zanîn ku di 9’ê adarê de jî li gundê Şiltatê yê Şera li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha dom kir: “Hêzên me di 11’ê adarê de li derdora Mareyê çalakiya sekvaniyê pêk anî û çeteyek hate kuştin. Di 18’ê adarê de jî hêzên me li taxa Mehmûdiye û Eşrefiyê yên Efrînê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encamê de li Mehmûdiyê 2 seyare hatin derbkirin û 2 çete jî birîndar bûn. Li Eşrefiyê jî ziyanên madî çêbûn. Hêzên me li gundê Kosa yê Racoyê jî li dijî benda kontrolê çalakiyek serdagirtinê kir û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”

Herêmê tê topbarankirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hêzên me li gundê Abîdana yê Bilbilê li dijî benda kontrolê çalakiyeke sabotajê pêk anî û di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bûn. Di 19’ê adarê de jî hêzên me li derdora Mareyê li dijî noqteyên çeteyan çalakiyek li dar xist û di encamê de çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha artêşa dagirker jî gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û li herêmê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar