Navenda Nûçeyan |
Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û herêmên li derdora wê bênavber didomin. Têkildarî mijarê HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku hêzên wan di 30’ê çileye de li dijî komên çete çalakiyeke bibandor pêk anîne.
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 30’ê çileye de li gundê Dûraqliya û Qizilbaş ên Şera ya Efrînê li dijî seyareyeke komên çete yên Feylaq El Şamê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. HRE’yê destnîşan kir ku di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 3 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
Bi domdarî jî HRE’yê diyar kir ku di heman rojê de artêşa tirk gundên Merenaz û Malikiyê yên Efrînê bi dijwarî topbaran kir. Herî dawî jî HRE’yê daxuyand ku liv û tevgera balafirên keşfê yên li ser herêmê bênavber didome.