Navenda Nûçeyan |
Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên dagirker bênavber didomin. Têkildarî çalakiyên dawî, HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 5’ê gulanê de li herêma Efrînê li hemberî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistin.
HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyan de 2 leşker û 2 çete hatine kuştin, 2 leşker û 2 çete jî birîndar bûne. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyan de seyareyek jî hatiye rûxandin.