Li Efrînê duh ji hêla HRE’yê ve 3 çalakiyên hemwext li dijî çeperên artêşa tirk hatin lidarxistin û di çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li gundê Gobelê yê Efrînê li dijî çeperên leşkerên artêşa tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext li dar xistine û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Her wiha 3 çeper jî hatine rûxandin.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:“Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker de ku li herêma Efrîn û derdora wê hatine lidarxistin; Di 21’ê tîrmehê de li gundê Gobelê yê ser bi Efrînê ve hêzên me li dijî çeperên artêşa tirk 3 çalakiyên hemwext li dar xistin. Di encama her sê çalakiyan de 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin her wiha 5 leşker jî birîndar bûn.”EFRÎN