Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê 4 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li hemberî leşkerên artêşa tirk çalakî pêk anîne. HRE’yê destnîşan kir ku di encama çalakiya hêzên wan de 4 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên dawî yên ku hêzên wan li hemberî hêzên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

HRE’yê daxuyand ku hêzên wan bi rêzeçalakiyên bibandor re hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê hedef girtine. HRE’yê kitekitên çalakiyan wiha parve kir: “Di 22’yê îlonê de hêzên me li dijî hêzên artêşa tirk ên li gundê Kîmarê yê Şêrawa yê Efrînê çalakiyeke bibandor pêk anî. Di çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 leşkerên tirk hatin kuştin. Di heman rojê de hêzên me li ser rêya gundê Basûtê û Efrînê wesayîteke zirxî ya artêşa tirk hedef girt. Di çalakiyê de wesayît hate derbkirin.”

Çalakiya sabotajê

Di berdewamê de jî HRE’yê da zanîn ku di heman rojê de hêzên wan li pêşiya baregeha artêşa tirk a li derdora gundê Meryemîn ê Şerayê çalakiya sabotojê pêk anî û di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Topbarankirina qadên sivîlan

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di navbera 20 – 22’yê îlonê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û fuzeyên Giradê herêmên sivîlan ên li gundên navçeya Şerayê yên Malikiyê, Şewarxa, Kela Şewarxa û Eyn Deqnê û gundên navçeya Şerawa yên Aqîbê, Bênê û  Soxanekê û gundên herêmên Şehbayê yên Arfad (Til Rif) û Bîloniyê topbaran kirin. Di topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar