HRE’yê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de 5 çete û leşkerekê artêşa tirk a dagirker hatine kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di demên dawî yên li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 22’yê cotmehê de li gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê li dijî çeper û baragehên çeteyên artêşa tirk a dagirker çalakî pêk anîn. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyê de baragehek bi temamî hate rûxandin, 5 çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîn ser AK-47’ek, termaleke bi cureyê aselsanê û rextekê.
Bi berdewamî jî HRE’yê ev agahî dan: “Me di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di çalakiya 11’ê cotmehê ya li gundê Meryemînê de 2 leşker birîndar bûne. Lê zelal bû ku yek ji wan leşkeran li nexweşxaneyê miriye.” EFRÎN