Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li Efrînê bi dehan sivîl hatin revandin

Zilm û zordariya dewleta tirk û çeteyên wê ya li Efrînê berdewam e. Di vê çarçoveyê de dagirkeran li Efrînê bi dehan şênî revandin û çarenûsa gelek kesan jî nediyar e. Dagirker her wiha daristanên Efrînê dişewitînin û xendek û dîwaran çê dikin

Êrîş, talan û binpêkirinên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Bi ser dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê re salek derbas bû û hêzên dagirker li dijî gelê Efrînê hovîtiyeke mezin pêk anî û hê jî ev hovîtiye berdewam e. Welatiyên Efrînê rojane tên girtin, binçavkirin, revandin, îşkencekirin û kuştin. Tenê di meha nîsanê de zêdetirî 24 sivîlên li Efrînê hatin revandin.

Di hefteya bihûrî de li gundê Gemrûk ê Mabeta ya Efrînê di nav de jin jî, bi giştî 10 sivîl hatin revandin. Ji welatiyên hatin revandin 4 jê piştî fîdyeyê, hatin berdan. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: “Mihemed Îbrahîm, Hemdûş Îbrahîm, Cîhad Îbrahîm Hesen, Mihemed Nasîf Mistefa, Mihemed Îbrahîm Îsmayîlî,  Şiyar Mihemed, Ekrem Hesen Mihemed (60), Fîdan Şêx Hemade, Ebdo Hemo û Cîhan Seydo Reşîd.”

Welatî birin cihekî nediyar

Her wiha welatiyê bi navê Şiyar Îbîş Elî (35) ê ji gundê Celemê yê Cindirêsê jî hate revandin û çarenûsa wî nayê zanîn. Hêzên dagirker ji gundê Badîna yê Mabetayê ciwanên bi navên Cîhad Mihemed Şeîban, Elî Nezmî Horo û Mihemed Xelîl Uto, du roj berê jî li navenda navçeyê şêniyên bi navên Elî Soran Hemo, Mihemed Elî Şêxo Rehmo, Xebat Husên Bekir, Serbest Kalo Îbrahîm û Husên Qiroke revandin û birin cihekî nediyar.

Çarenûsa gelek kesan nayê zanîn

Ev 7 meh in ji 5 sivîlên li Mabetayê hatine revandin, tu agahî nayên girtin. Navên welatiyên ku çarenûsa wan nayê zanîn wiha ne: “Birayên bi navên Hisên (58) û Enwer Mihemed (39), birayên bi navên Xelîl (35) û Bekir Abdîn Hebeş (32) û welatiyê bi navê Eslan Bêrem Sîno (33).”

Xwezeya Efrînê talan dikin

Tevî revandin û îşkencekirina welatiyan, hêzên dagirker li Efrînê talaneke mezin di xwezeya Efrînê de jî dikin. Hat zanîn ku dagirkeran di serî de darên zeytûnan, gelek darên li Efrînê ji rih ve rakirin û gelek daristan jî şewitandin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku çeteyan 100 darên zeytûnan ên Hemîd Mihemed Osman û Mihemed Rifat Henan ên ji gundê Avrazê dizîne. Çavkaniyan got ku dagirker zextê li ser dermanfiroşan jî dikin ku mehane 50 hezar lîreyên Sûriyeyê bacê bidin.

Li hêla din, dewleta tirk li derdora Efrînê dîwaran çê dike û xendekan dikole. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar