Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du rojan de li Efrînê bi dehan sîvîl revandin
Kiryarên hovane ya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didomin.
Artêşa tirk û çeteyên wê di nava du rojên dawî de li gundên Enqelê û Merwaniyê yên navçeya Şiyê ya Efrînê bi dehan sivîl revandin.
Ji kesên hatine revandin navê çend kesan wiha ne: Arif Mihemed, Abdo, Azad Kemal, Kemal Mihemd Abdo û Abdo ku ji gundê Enqelê ne û Xelîl Henan, Hanî Abdo Sîdo, Heysem Menan Bakîr jî ji gundê Merwaniyê ne.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku artêşa tirk û çeteyên wê daristanên derdora gundê Kaxrê jî şewitandine. EFRÎN