Hêzên berxwedêr ên Efrînê li gundê Meryemîn ê Şerayê li dijî artêşa tirk çalakiyeke bi bandor pêk anî. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên tirk hatin kuştin
Çalakiyên hêzên berxwedanê yên li dijî dagirkerên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber didomin. Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê hema hema rojane li dijî artêşa tirk û çeteyên wê çalakiyên bi bandor pêk tînin.
Li gorî agahiyên ji Efrînê, li gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê li dijî leşkerên dewleta tirk çalakiyeke bi bandor hat lidarxistin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di encama çalakiyê de 3 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. EFRÎN