Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Efrînê çarenûsa gelek jinên hatine revandin nayê zanîn

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê di 18’ê adara sala 2018’an de bajarê Efrînê dagir kir. Ji roja destpêkê ya dagirkeriyê heta niha hêzên dagirker li ser gelê Efrînê di asta herî jor de hovîtiyê dikin. Bi taybet jî binpêkirinên li dijî jinan zêdetir bûn. Herî dawî jî di 28’ê gulanê de derket holê ku di girtîgeheke koma çete ya bi nav Hemzat a girêdayî dewleta tirk de îşkence li jinan hatiye kirin.

Têkildarî mijarê endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Sûzan Mûstafa axivî û diyar kir ku rewş jinan a li Efrînê, ji rewşa jinan a di dema çeteyên DAIŞ’ê de cudatir nîne. Mûstafa da zanîn ku dewleta tirk siyaseta DAIŞ’ê li dijî jinan dimeşîne û wiha domand: “Ji ber zilma dewleta tirk û çeteyên wê, piraniya jinan xwe dikujin. Heta niha çarenûsa gelek jinên hatine revandin, ne diyar e.”

‘Jin bi zalimane hedef hatin girtin’

Di berdewamê de jî Mûstafa got ku bi Rêveberiya Xweser re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di gelek aliyan de pêş ketin û wiha pê de çû: “Hem xwe û hem jî civak birêxistin kirin. Lewre di dema dagirkirina Efrînê de bi zalimane hatin hedefgirtin. Lixwekirina cilên îslamê li jinan ferz kirin û jin hatin girtin. Banga me ji bo rêxistinên jinan û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî ew e ku zextê li dewleta tirk bikin da ku çarenûsa jinên hatine revandin aşkera bike.”

Herî dawî jî Sûzan Mûstafa bang li hemû jinên cîhanê kir ku li dijî binpêkirinên dewleta tirk a dagirker serî hildin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar