Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Li Efrînê di mehekê de 84 kes hatin revandin

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî sûcên artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrînê ya dagirkirî yên di meha îlonê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Meheke bi êş û sûcdariyan li arşîva dagirkeriyê û komên pê ve girêdayî yên ji Sûriyeyê zêde dibe. Li bajarê Efrînê sûcên li dijî sivîlên kurd berdewam dikin. Di meha îlona 2020`an de sûcên qetilkirin, revandin û îşkenceyê, bi zora çekan zewicandina keçên malbatên kurd bi endamên komên çeteyan re, hatin belgekirin.

Li deverên bajêr darên zeytûnan û yên daristanî hatin qutkirin, agir bi daristanan xistin û ji ber wê gelek rûber hatin şewitandin. Di heman demê de hêzên artêşa tirk ji bo dîrok û şaristaniya kurd a vî bajarî tune bike, şûnwarên talan dike û bi darê zorê sivîlan ji malên wan derdixe.

Ruxmî şer û mercên ewlehiyê yên dijwar ên li bajêr, rêxistina me rojane sûcên artêşa tirk û komên çekdar ên li dijî sivîlên Efrînê şopandin. Lê dîsa jî li gorî asta sûcên ku têne kirin, ev belgekirin kêm dimîne.

Sûcên artêşa tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê di Îlona 2020`an ev in:

  • Sivîlek û zarokek bi çekan hatin qetilkirin.
  • 84 welatî hatin revandin û li beranberî serbestbardana 14 kesan ji wan, fîdye hatin dayîn, di nav de 8 jin û zarok in.
  • Bi darê zorê 3 keçên temenbiçûk hatin zewicandin.
  • Li 7 deveran 700 darên zeytûnê hatin birîn
  • Li 2 deveran dar hatin şewitandin.
  • Li 4 deveran şûnwar hatin talankirin.
  • Guhartina demografiya Efrînê didome.
  • Navê Çerxerêya Meydankê veguherandin Artgelê.
  • Dizîn û firotina malên sivîlên kurd didome.
  • Ferzkirina bacan li ser şêniyan.

Koçberên kurd ên ku li herêmên Şehbayê dimînin û şêniyên navçeyên Şera û Şêrawayê ji ber terora dewleta tirk û komên çekdar ên Sûriyeyê yên girêdayî wê zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku rojane koçberên li wan gundan rastî topbaraneke hovane tên.

Artêşa tirk û komên çekdar di meha îlona 2020’an de, kantona Şehbayê û gundên navçeya Şera û Şêrawayê bi zêdetirî 377 êrîşên bi topên hewan, obus û topavêjan kirin hedef û bi hezaran guleyên doçkayê avêtin gundên li hemberî van gundan. Li gel van êrîşan jî firokeyên keşfê yên dewleta tirk tim li asîmanê herêmê digeriyan.

Sûcên artêşa tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê didomin. Bêyî ku aliyek wê bide sekinandin. Ruxmî ku Meclisa Mafên Mirovan di raporeke xwe de dewleta tirk û komên Sûriyeyê yên çekdar bi pêkanîna van sûcan tawanbar kirin. Her wiha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan li ser zimanê komîserê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku mafên mirovan li herêmên bakurê Sûriyeyê, bakurê rojava û bakurê rojhilatê wê yên di bin kontrola hêzên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de, têne binpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar