Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê dizî û talana dewleta tirk berdewame

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê sûcên şer dikin. Hêzên dagirker bênavber welatiyan direvînin, îşkence dikin, dizî û talanê dikin û hewl didin temamiya demografyaya Efrînê biguherînin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê zêdetirî saleke ku Efrîn dagir kirine. Hêzên dagirker li Efrînê zilmekî mezin li ser şêniyên Efrînê dikin û hewl didin ku temamiya demografyaya herêmê biguherînin. Girtin, binçavkirin, revandin, îşkence kirin û destdirêjî tenê ji çend pêkanînên hêzên dagirker in. Tevî ku gelek bûyerên ku dikevin çarçoveya sûcên şer ên dewleta tirk hatine belgekirin û radestî rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rûsyayê hatine kirin jî, hemû cîhan li dijî zilma dewleta tirk a li Efrînê bêdeng e. Dewleta tirk ku ji vê bêdengiyê hêz digire û niha jî bi lêkirina dîwar re dixwaze Efrînê tev li axa xwe bike.

Çend bûyerên di demên dawî de li Efrînê qewimîn wiha ne:

* Koma çete ya Ehrar El Şerqiyeyê di 27’ê nîsanê de welatiyê bi navê Heyder Mihemed (33) ê ji gundê Ciqle El Wista yê Şiyê revand. Piştî ku 100 hezar lîre ji Mihemed hate stendin, berdan.

* Komên çete jina bi navê Nebîha Mistefa û bûka wê li gundê Meşalê yê Şerayê revandin. Tu agahî ji van welatiyan nayên girtin.

* Çend hefte berê welatiyê bi navê Hisên Şewket li gundê Hibo yê Mabatayê hate revandin.

* Demek berê jî parêzerê bi navê Abdulrehman Bermeceh ê ji gundê Kefer Sefrayê dema ku çeteyan mala birayê wî dişêland, hate revandin.

* Welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl ê ji bajarokê Badîna yê Mabatayê, di 3’yê gulanê de dema li nava zeviya xwe ya li geliyê Dirêmiyê yê Mabatayê hate revandin û tu agahî jê nayên girtin.

Ferzkirina fîdyeyan

* Koma çete ya Firqet El Hemzat bi bedela cotkirina zeviyan, li ser şêniyên ji gundê Qedeh ê Racoyê nêzî milyoneke lîreyê Sûriyeyê ferz kir.

* Koma çete ya Silêman Şah li ser şêniyên Şiyê û gundewarên wê bi hezaran lîre fîdye ferz dike. Yek ji van gundan jî gundê Qermitlik ê Şiyê ye.

* Koma çete ya Firqet El Hemzat li ser şêniyên gundê Coqa yê Efrînê her meh 500 lîreyên Sûriyeyê ferz kir.

Serdagirtin û dizî

* Çeteyên dagirker di 8’ê gulanê de li gundê Coqa yê Efrînê bi ser mala Osman Nûrî Mistefa de girt û Mistefa îşkence kir. Piştre jî çeteyan bi ser mala Mihemed Hemdûş de girt û 15 pez û jenaratora wî dizîn.

* Çeteyan li gundê Til Tewîl ê Efrînê bi ser mala Fetah Alî Naso de girt û 10 pezên wî dizîn.

* Malbatên heman komên çete ku li gund hatine bicihkirin, pelên tirî yên welatiyê bi navê Fozî Reşo dizîn û zirar dan rezê wî.

* Dewleta tirk navên gundan, kolanên sereke, avahiyên giştî, nexweşxane û hwd. diguherîne.

* Dewleta tirk di ketina pira kevn a li navenda Efrînê de wêneyê Erdogan daliqand. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar