Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê hemû cihên dîrokî rastî wêrankirin û diziyê hatine

Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a Herêma Efrînê destnîşan kirin ku artêşa tirk û çeteyên wê Girê Kitix ê dîrokî talan û wêran kiriye û di heman demê de, gelek parçeyên şûnwarên gir jî derbasî dervayî welat hatine kirine

Girê Kitix ê dîrokî li ser rêya bajarê Efrînê-  Racoyê û çerxerêya diçe navçeya Şiyê dikeve.

Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê piştrast kir ku dewleta tirk û çeteyên wê, piştî ku kantona Efrînê dagir kir, Girê Kitixê yê dîrok bi amûrên mezin kolandine.

Dagirkeran 3 noqteyên li dora girê koland, yek li rojhilatê girê di navbera pira trênê û zemîna gir ji aliyê rojhilat ve. Ya din li nêzî noqteya gihaştina rêya giştî ber bi navçeya Raco û rêya navçeya Şiyê li bakurê rêya trênê. Noqteya sêyemîn li rojavayê rêya giştî ber bi navçeya Racoyê ve.

Berpirsan diyar kir ku li gorî agahiyên ku sala 2018`an hatine bidestixistn, derdora 5 hezar m2 hatiye kolandin û dan zanîn ku gelek kon û amûrên mezin li gir hene, ev yek nîşan dide ku komeke mezin li ser kolandin û wêrankirina girê Kitix dixebitin.

Li gorî agahiyên ku gerînendeyê ku di tîrmeha 2019`an de bi dest xistine, hêzên dagirker heta lûtkeya gir kolandine û gelek darên zeytûnê hatine jêkirin û derdora 6 hektar erd li noqteya sêyemîn a li nêzî rêya Racoyê hatiye kolandin.

Gerînendeyê anî ziman ku dezgehên çapemeniyê û civaka navneteweyî rewşa li Efrînê paşguh dikin, lewra sûcên dewleta tirk û çeteyên wê li dijî cihên dîrokî berdewam in û wiha diyar kir ku heta niha hemû cihê dîrokî rastî wêrankiriyê û diziyê hatine, ji ber ku Efrînê ji cîhanê hatiye qutkirin, gelek zehmet e ku belge û delîlên binpêkirina bidest bixe. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar