Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê çavkaniyekî taybet ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirker ragihand ku îstixbarata dewleta tirk û bi alîkariya qaşo ‘polîsên sivîl’ ên girêdayî wan 4 sivîl ji gundê Avrazê û navenda navçeya Mabatayê revandin.
Li gorî çavdêriyê navên kesên revandî wiha ne: Firat Ehmed, Zozan Misto Kibik, Ebd El-Mutelêb Mehî El-Dîn Şêx Neasan û Hesen Îbşano ne.
Çavkaniyan ragihand ku îstixbarata dewleta tirk kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.
Di heman çarçoveya de Saziya Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê diyar kir ku muxtarê gundê Îkîdamê ya navçeya Şera Nebî Omer ji hêla îstixbarata dewleta tirk hat revandin û ew jî ber bi cihekî nediyar ve birin. ŞEHBA