Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Efrînê navendên tecawizê avakirine

Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê 5 sal berê Efrîn dagir kiribûn. Hat zanîn ku navê “Emanet” li jinên bi darê zorê hatine revandin tê kirin û li navendan rastî îşkenceya zayendî û tecawizê tên

Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 20’ê çileya sala 2018’an de êrîşî Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 18’ê adarê de jî navenda bajar dagir kirin. Di nava 5 salên dagirkeriyê de Efrîn veguherandin navenda îşkence û tecawizê. Li gund, navçe û navenda Efrînê 26 navend hatine avakirin ku 8 hezar û 644 welatî lê tên ragirtin.

Navendên ku sûcên li dijî mirovahiyê li jinan tên kirin ev in:

* Girtîgeha El Mehkemê li avahiya avahiya edliyeyê ya berê ye. Bi taybet jî jinên ji navçeyên cuda yên Efrînê hatine revandin li vir tên ragirtin. Ev girtîgeh ji hêla koma paramîlîter a Cebha El Şamiye ve tê birêvebirin.

* Girtîgeha El Mehmûdiyeyê ji hêla koma paramîlîter a El Hemza ve tê birêvebirin. Bi dehan welatiyên hatine revandin li vir tên ragirtin. Li vê girtîgehê ji bo jinan 2 odeyên taybet hene.

* Girtîgeha Dibistana Itîhad El Erebî li Efrînê ye. Ji hêla koma paramîlîter a bi navê Cebhe El Şamiyeyê ve tê birêvebirin. Ji bo jinan beşeke taybet hatiye avakirin. Piştre jî veguherandin baregeha leşkerî.

* Girtîgeha Dibistana El Kerameyê ji yek dibistanên Efrînê yên berê ye. Ji hêla koma paramîlîter a Feyleq El Şamê ve tê birêvebirin û ji bo jinan beşeke wê ya taybet heye.

* Girtîgeha Meclisa Qanûndanînê ya Berê li navenda bajêr e. Weke “Girtîgeha Jinan” tê zanîn. Jinên ku hatine revandin li jêrzemîna wê tên ragirtin. Bi taybet jî kurdên ji hêla îstîxbarata dewleta tirk û komên paramîlîter ve hatine revandin li vê girtîgehê tên ragirtin.

Li gorî çavkaniyan, 50 jin li vê girtîgehê tên ragirtin. Navê “Emanet” li jinên hatine revandin hatiye kirin.

Di vê pêvajoyê de tacîz û tecawiz li dehan jinan hat kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, di nava 5 sala de herî kêm 96 jin hatin kuştin û 72 jin jî hatin tecawizkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar