Talan, wêranî, dizî û revandina hêzên artêşa tirk û çeteyên wê ya li Efrînê didome. Komên çete li Efrînê gelek welatî revandin û mal û milkê wan jî desteser kir. Di heman demê de komên çete xwezaya Efrînê jî qetil dikin
Binpêkirinên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Tevî hovîtiya mezin a li Efrînê jî hemû hêzên cîhanê çavê xwe li vê zilm û zordariyê digirin. Hat zanîn ku komên çete li ser gelê Efrînê kiryarên dermirovî dimeşînin. Li dijî bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê hovîtiyê, şêniyên Efrînê jî bi bertek in.
Çavkaniyên ji Efrînê têkildarî qewimînên li Efrînê agahî dan ANHA’yê. Çavkaniyan diyar kir ku komên çete hefteya din li gundê Badîna yê Mabata yê Efrînê welatiyê bi navê Mistefa Reşîd Osman tevî erebeya wî revand. Her wiha çeteyan 5 milyon lîreyê Sûriyeyê yê Osman jî dizîn. Hat zanîn ku çeteyan demek piştre jî Osman li nêzî gundê Şêx berdan. Çavkaniyan ragihand tevî Osman, çeteyan welatiyên bi navên Mihemed Ehmed û Hisên Dehdo jî revandin û 200 hezar lîreyên Sûriyeyê weke fîdye ji malbatên wan xwestin.
Çarenûsa welatiyan nediyar e
Hat zanîn ku şêniyên bi navên Mihemed Umer û Hesen Hemîd ên ji gundê Komreşê, salek berê ji hêla çeteyên dewleta tirk ve hatin revandin û çarenûsa wan nediyar e. Hinek çavkanî dibêjin ku her du welatî li girtîgeha çeteyan a li Meydan Ekbesê girtî ne. Şêniyê bi navê Nûrî Îbrahîm ê 40 salî ku ji gundê Qirigul ê Bilbilê ye jî ji meha nîsanê ve agahî jê nayên girtin.
Dewleta tirk çeteyan teşwîqî talanê dike
Dewleta tirk a ku di dagirkirina Efrînê de çete bi kar anîn, di dema êrîşê de pereyekî mezin da çeteyan. Lê ev demeke fona li ser çeteyan qut kiriye. Bi vê yekê re jî çeteyên talan û wêrankir bêhtir teşwîqî talan û diziyê dike. Bi vê boneyê jî talan û diziya çeteyan a li Efrînê zêdetir bûye. Hat zanîn ku çeteyan li ser her malbatekî efrînî di navbera 25 hezar heta 45 hezar lîreyên Sûriyeyê bac ferz kirine. Çavkaniyan got ku çeteyan 23 teneke zeyta zeytûnê ji şêniyê bi navê Mihemed Osman ê ji gundê Qude yê Racoyê dizîne.
Xwezeya Efrînê qetil dikin
Komên çete li dijî xwezeya Efrînê jî bi hovane tevdigerin. Hat zanîn ku çeteyan darên li daristanên deştên Qerebaba yên Racoyê û Goristana Şêx Derwêş (ya êzidî) qut kirine. Her wiha dareka berûyê ku xwedî temenekê mezin bû ya li gundê Çiya bû jî hatiye jêkirin.
3 hezar sivîl hatine revandin
Li gorî Navenda Hiqûqnasên Sûreyî Yên Ji Bo Parastina Efrînê, ji dema dagirkirina Efrînê heta niha 3 hezar sivîl hatine revandin. Her wiha 50 jin hatin revandin û 55 jin jî rastî tecawizê hatine. EFRÎN