Li Deryaya Egeyê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de botek koçberan noqî avê bû û tê de sê zarokên kurd ên xelkê Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan
Penaberên dixwazin biçin Ewropayê bi karesatên mezin re rûbirû dimînin. Hat ragihandin ku di Deryaya Egeyê de zarokên kurd xeniqîn.
Serokê Dezgeha Karûbarên Koçber û Penaberan Arî Celal diyar kir ku boteke koçberan li Deryaya Egeyê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de noqê avê bû û wiha got: “Di encamê de sê zarokan jiyana xwe ji dest da. Di botê de 13 koçberên ji herêma Kurdistanê ku zêdetirî wan xelkê Hewlêrê ne hebûn. 2 zarok di avê de xeniqîn û yek jî ji sermayê jiyana xwe ji dest da. ÎZMÎR