Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Li Elbîstanê berpirsyar nîne ‘diz’ heye’

Li Elbistana ku di erdhejê de herî zêde hilweşiya, têkildarî 2 hezar avahiyên hilweşiyan de kes nehat binçavkirin lê hate tespîtkirin ku 5 kes hatine girtin.

Li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê yên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên dijwar çêbûn. Li Elbistana ku 2 hezar avahî lê hilweşiyan divê 565 avahî bi lezgînî bên hilweşandin.

Li navçeyê rakirina kavilan berdewam dike û kavilên ku li navçeyê li kamyonan tên barkirin li qadeke derveyî navçeyê tên avêtin. Dem ali navçeyê qala hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane tê kirin hejmarên fermî û ne fermî li hev nayên. Li gorî agahiyên ji yekîneyên Walitiyê yên li Elbistanê hatine peywîrdarkirin li navenda Elbistanê herî kem 924 kes di bin kavilan de mane û jiyana xwe ji dest dane. Lê dema mirov difikire ku 2 hezar avahî hilweşiyane tê texmînkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zêdetir in. Dîsa li gundan ji ber ku destûra veşartina cenazeyan daye muxtariyetan jî ji bo belgeyên bi sedan kesên jiyana xwe ji dest dane nehatine amade kirin hejmara wan nayê hesabkirin.

Ji bin kavilan hezar 812 kes sax derketin

Li Elbistana ku navenda erdheja duyemîn e, hate diyarkirin ku ji bin kavilan hezar û 812 kes sax hatin derxistin, nayê zanîn ku li gundan herî kêm çend kes di bin kavilan de ne. Dîsa li nexweşxaneyên navçe û derdorê têkildarî hejmara kesên birîndar tu agahî nehatin bidestxistin û heta niha kavilên 48 avahiyan bi temamî hate rakirin. Hate hînbûn ku wê di demekî kurt de dest bi hilweşîna avahiyên ku xesareke mezin dîtine bê kirin. Tê dîtin ku gelek avahiyên hatine hilweşîn musteqîl in. Hate diyarkirin ku dozgeriyê têkildarî fîrmayên kontrolkirinê yên avahiyan û yekeyên ruhsetê yên şaredariyan lêpirsîn daye destpêkirin. Lê hate zanîn ku heta niha li navçeyê kes ji ber “berpirsyar e” nehatiye binçavkirin û girtin.

hezar û 148 pez û 200 dewar mirin

Hate hînbûn ku li navenda navçeyê û gundan 96 gov hatine hilweşandin û 140 gov jî xesareke giran dîtine û nikarin bên bikaranîn. Ji roja erdhej çebûyî ve di encama hilweşîna govan de hezar û 148 pez û 200 dewar di bin kavilan de man û mirine. Tê diyarkirin ku hejmar zêdetir e. Ji gundiyan re ji bo sewalên xwe yên mayî xwedî bikin alîkariyeke têrker nehatiye kirin. Li dehan gundan hêj bi hezaran sewal di bin kavilan de ne û têkildarî ku kavil wê kengî bên rakirin jî agahî nayên bidestxistin.

Niha ji navenda navçeyê kavilên bi dehan avahiyan derxistine derveyî navçeyê û nayê zanîn ku ka ji avahiyan mînak an karot hatine wergirtin. Dîsa li gorî agahiyan hate hînbûn ku 5 kesên hate tespîtkirin ku dizî kirine hatine girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar