PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû

Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye

Navenda Nûçeyan

Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê pirtûkên Aryen, Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar, Dara, Peywend, Sîtav û gelek weşanxaneyên din hene. Çendî ku nû hatibe vekirin jî eleqeyeke zêde ji bo wê heye.

Berpirsiyarê Rozayê û Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Aryenê Roj Agir, anî ziman ku Rozayê di 15’ê Kanûnê de vekirine û armanca wan daxwazên gelê bajêr pêk bînin. Agir, bilêv kir ku li ser medyaya sosyal û bi rêya maîlan gelek kesan ev yek ji wan daxwaz kiriye û got: “Êlih, bajereke ku gelek xwendeyên wê hene. Me jî xwest em vê daxwaza wan pêk bîbin û me Rozayê vekir. Piştî me vekir, pirtûkhez tên û pirtûkên dixwazin bixwînin peyda dikin. A herî girîng jî, dest didin pirtûkan û bi rihetî hildibijêrin. Her wiha li vê derê rûdinên û dixwînin.”

Agir, diyar kir ku li Rozayê ji pirtûkên Mehmed Ûzûn, Selahattîn Demîrtaş, Mahmût Baksî, Menaf Osman, Helîm Yûsiv, Bextiyar Elî, Arjen Arî, Selim Temo, Hesenê Metê, Xeyrî Garzan, Figen Yuksekdag, Sabahattîn Alî bigire pirtûkên gelek nivîskar û helbestvanan hene.

Eleqeya ji bo kurdî

Agir, da zanîn ku li Rozayê piranî pirtûkên kurdî hene û jixwe armanca wan jî ew e ku di warê pêşeketina kurdî de tevkariyekê bikin. Agir, bilêv kir ku ji bo hînbûna kurdî li Rozayê “Ferheng”, “Hînker” û pirtûkên derbarê zimanê kurdî de hene û nexasim jî eleqeyeke baş ji bo van pirtûkan heye.

Rojen îmzeyê

Agir, diyar kir ku ji ber ku niha pandemî heye nikarin rojên îmzeyê li dar bixin, lê belê wexta şert û merc baş bibin dê rojên îmzeyê jî li dar bixin û dixwazin gelê bajêr û nivîskaran bînin cem hev du.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar