Endamên eşîra Reşkotan êrîşî malbatên êzidî yên ji gundê Kelhoka Qûbînê ku doza erdên xwe ji wan dikin, kirin. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn
Welatiyên êzidî yên ji gundê Kelkoka girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê di sala 1992’yan de gund û erdên xwe radestî malbata Karabûlût û Bîter ên endamên eşîra Reşkotan in kirin û ji ser warê xwe koçî Ewropayê kirin. Êzidiyan di hizûra notere de bi îmzekirina belgeyan erd û gundên xwe bi ‘emanetî’ radestî van her du malbatan kirine. Êzidî piştî 20 salan ango di sala 2012’yan de vegeriyan û xwestin erd û gundên xwe yên radestî her du malbatan bikin paş de bigirin.
Welatiyên êzidî ku xwediyê gund in her çiqas doza erd û gundên xwe kirin jî lê endamên malbata Karabûlût û Bîter mal û milkê wan nedan.
Li ser vê yekê malbatên êzidî li 2’yemîn Dadgeha Asliya Hiqûqê ya Êlihê doz vekirin. Piştî salan di têkoşîna hiqûqî de êzidî di doza xwe de bi ser ketin û bi biryara dadgehê hat xwestin endamên eşîrê erdên êzidiyan li wan bizivirîne.
Piştî biryara dadgehê malbatên êzidî ku xwestin erdên xwe cot bikin, bi tundî û gefên malbata Karabûlût û Bîter re rû bi rû man.
Êrîşê wan kirin
Malbatên êzidî gelek caran xwestin li gel cendirmeyan erdên xwe biajon lê van her du malbatên endamên eşîrê nehiştin û tundî li ser êzidiyan kirin. Malbatên êzidî yên ji ber gefan nikaribûn li gundê xwe bicih bibin li navenda Êlihê li otelek dimînin. Malbatên êzidî yên li otelê dimînin û vê sibê ji otelê derketin êrîşî wan hat kirin.
Hat zanîn ku komekê bi daran êrîşî malbatên êzidî kirine. Ji malbatên êzidî Nedîm Erkîş û Cevdet Tûkû di êrîşê de birîndar bûn.
Piştî bûyerê 6 kesên êrîşkar hatin binçavkirin. Hat zanîn ku rewşa Erkîş û Tûkû yên birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê baş e.
Welatiyên êzidî yên birîndar bûn derbarê êrîşkaran de gilî kirin. ÊLIH