Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Endonezyayê erdhejeke bi pileya 7.3’an çêbû

Enstîtuya Jeofîzîk a Amerîkayê da zanîn ku li başûrê girava Ambon ê Endonezyayê bi pileya 7.3 erdhej pêk hatiye. Bandora erdhejê li Awûstûryayê jî hate hîskirin

Li rojhilatê Endonezyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû. Der barê metirsiya rûdana tsûnamiyê de alarm nehate dayîn. Enstîtuya jeofîzîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdhej li başûrê girava Ambonê bi 208 kîlometreyî li binê kûrahiyê saet 11.53’an rû daye.

Enstîtuya jeofîzîk a Endonezyayê jî diyar kir ku şîdeta erdhejê 7.7 pile ye. Li bakurê Awûstralyayê jî mirov bi erdhejê hesiyan. Li gorî medyaya herêmî, gelek otel û firoşgeh hatine valakirin.

Beriya erdheja mezin li herêma Pauayê, bi du sed kîlometreyî li rojavayê bajarê Abepurayê li kûrahiya 10 heta 20 kîlometreyî erdhejên jê biçûktir çêbibûn. Ya herî dijwar jî ya bi pileya 6.1’ê bû. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.

Endonezya ku ji giravan pêk tê li ser sê plakayên mezin ên tektonîk e ku di nava xeleka agir a Pasîfîk de ne. Par jî li Endonezyayê zêdeyî du hezar û pênc sed bûyerên xwezayî rû dabûn. Di sala 2004’an di meha kanûnê de li wîlayeta Acehê erdheja bi pileya 9.1’ê çêbibû. Piştre jî li Pasîfîkê tsûnamiyeke mezin pêk hatibû û zêdetirî sed û heftê hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. CAKARTA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar