Li herêma Papûa ya Endonezyayê lehî rabû, hate gotin herî kêm 50 kes mirine
Li Sentayiyê ku 20 kîlometre dûrî paytexta Jayapurayê ye ji ber barana zêde lehî rabû.
Li gorî berdevkê Ajansa Rêveberiya Bobelatan Purwo Nugroho, bi kêmanî 50 kes mirin, 59 kes birîndar bûn. Nugroho got xebatên rizgarkirinê didomin, hê xwe xwe negihandina hemû deveran û dibe ku bîlanço girantir bibe.
Berdevk got ji ber sedema şeqitîna erdê av rabûye, bi dehan malan ziyan dîtiye û rabûna avaê kêm bûye. JAYAPURA