Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li gelek bajaran serdegirtin û binçavkirin

Di serî de li Enqere, Stenbol, Riha û gelek bajêran, di serdegirtinên malan ên serê sibê de gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Hinceta operasyonê nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta TEM’ê ya Enqereyê.

Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Husamettîn Ozden, Mûstafa Sontekîn, Tanjû Kûrûoz, Bulent Kaya, serokê ESP’ê yê Bajêr Mehmet Alî Tosûn, rêveberê HDP’ê yê Altindag ê berê Salîm Tûran, Hûseyîn Taka, Nûriye Taka, Tekîn Çîftçî û Şahîn Bardakçi. Dibe hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.

RIHA
Polîsan li navçeya Hewag a Rihayê bi ser malê de girtin û hevserokê HDP’ê yê navçeyê Omer Yildirim binçav kir. Yildirim ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tê girtin.
STENBOL 
Li Stenbolê jî di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatin binçavkirin û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn. Hat diyarkirin ku operasyon berdewam dike  û kesên  hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a li ser Cadeya Vatan a Stenbolê tên girtin. Derbarê kesên hatin binçavkirin de, biryara sînordarkirina 24 saetan hatiye dayîn.
Li aliyê din hat diyarkirin ku li bendê ne ku îfadeyên 18 kesên di 13’ê sibatê de hatin binçavkirin bên girtin û sewqî dozgeriyê bên kirin.   AMED
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar