Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Enqereyê sîxuriyê li 2 ciwanan ferz kirin

Ji aliyê kesên ku xwe weke endamên MÎT’ê dane nasîn ve gef, li Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Rumeysa Aras û ciwanê bi navê Ûmût Tarlak ku nli şantiyekî dixebite, hat xwarin û sîxurî hat ferzkirin

Her ku diçi bi gefan ferzkirina sîxuriya li ser ciwanên kurd zêde dibe. Herî dawî li Enqereyê ciwanên bi navê Rumeyas Aras û Ûmût Tarlak rastî kefa polîsan hatin û ji wan hat xwestin ku sîxuriyê bikin. Aras û Tarlak serpêhatiyên xwe û ferzkirina sîxuriyê ya kesên xwe wekî endamên  MÎT’ê nîşan dane ji Ajansa Mezopotamyayê re vegotin.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Enqereyê Rumeysa Aras (21) diyar kir ku beriya 3 mehan ji emniyetê lê geriyane û ji bo îmzekirina dosyeyeke wê vexwendine emniyetê. Aras ku li ser vê vexwendinê diçe emniyetê, li emniyetê ji aliyê 3 kesên ku xwe weke endamên MÎT’ê dane nasîn gef lê tên xwarin û sîxurî lê tê ferzkirin.

Aras têkildarî mijarê ev tişt got: “Têkildarî malbata min pirsan ji min kirin. Me di 11’ê hezîranê de li Navenda Giştî ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapameniyê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Enqereyê îlan kiribû. Min di wê daxuyaniyê de pankartê “Ciwan bi rihê 68’an li her derê ne” hilgirtibû. Li ser vî pankartê wêneyên Denîz Gezmîş, Kemal Pîr û Mazlûm Dogan hebûn. Pirsa ku ez kesên di wêneyan de nas dikim an na, ji min kirin. Min jî bersiva ez nas dikim da. Li ser vê bersiva min ji min re gotin ku ez wan baş nas nakim û ji bo ku ez wan baş nas bikim ji min xwestin ku ez biçim lêkolîn bikim. Her wiha kesên beşdarî daxuyaniyê bûbûn jî ji min pirsîn.”

‘Gef xwarin’

Aras diyar kir ku gef lê xwarine û jê re gotine ku heke biçe HDP’ê dê tiştên nebaş bê serê wê û wiha got: “Min ji wan re got ku endamê partiyeke qanûnî me û naxwazim bi we re biaxim. Ji min re gotin ku em ê li benda telefona te bin, li me bigere. Min jî ji wan re got ku ez ê qet li we negerim. Herî dawî di 18’ê îlonê de 2 kesên ku xwe weke endamên MÎT’ê dan nasîn hatin cihê min ê kar. Yek ji wan li emniyetê bi min re xeber dabû. Dema ku hatin cihê kar ji min re gotin ku tu li vir dixebitî, te çawa girtine kar. Paşê jî gotin ku heta ku ez tevlî xebatan bibim dê bên û biçin û li TEM’ê rastî hev bên. Min ji wan re got ku tiştên dikin ne qanûnîn ne û naxwazim biaxivim. Herî dawî jî gotin ku heke ez biçim HDP’ê dê min ji kar derxin.”

‘Em ê li dijî van polîtîkayan derkevin’

Aras destnîşan kir ku dê têkildarî mijarê serî li Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) bide û gilî bike û wiha pêde çû: “Em teqez van tundî û polîtîkaya gefan qebûl nakin. Em ê teqez ji rêya xwe venegerin û xebatên xwe bidomînin. Ev tundî nikarin me ji rêya me bikin. Em ê li dijî van gef, şantaj, sûxuriya li ser ciwanan derkevin.”

Tarlak: Ji min xwestin ku em li HDP’ê çi diaxivin hîn bîkin

Ûmût Tarlak jî diyar kir ku di 26’ê îlonê de dema ku ji nexweşxaneyê derketiye, ji aliyê 3 kesên ku xwe weke “endamê îstixbaratê” dane nasîn ve pêşiya wî hatiye girtin û wiha got: “Pirsa ku çi karî dikim ji min kirin. Min jî bersiva ku li şîrketeke taybet dixebitim, nexweşim û hatime xweşxaneyê da wan. Wêneyên min ên 1’ê Îlonê, 1’ê Gulanê û Newrozê bi bîr xistin û ev tişt ji min re gotin, ‘Em belgeyên di destê xwe de neynin, her tiştî vedibêje.’ Ji min xwestin ku ez hefte carekê biçim civînên li Navenda Giştî ya HDP’ê û tiştên li vir tên axaftin ji wan re ragihînim. Ji bo vê yekê pere teklîfê min kirin. Min got ku ez vê yekê qebûl nakim. Li ser vê yekê li ser çavê min dan û qevda destê min tewandin û min derp kirin.”

Tarlak jî weke Aras destnîşan kir ku dê serî li ÎHD’ê bide û ji bo gilîkirinê serî li saziyên pêwîst bide. ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar