Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Erdexanê coşa HDP’ê

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo rakirina bêedaletiya li Tirkiyeyê ne. Temellî diyar kir ku hikûmetê rêncber jî weke ‘terorîst’ pênase kirine û got ku ji serê sibê heta êvarê êrîşî HDP’ê dikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de mîtîng û hevdîtinên xwe yên bi gel re didomînin. Di vê çarçoveyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Golê ya Erdexanê tev li merasîma buroya hilbijartinê bû. Temellî di dema ketina navçeyê de bi konvoyeke mezin ê wesayîtan hat pêşwazîkirin. Dema ku konvoya wesayîtan li nava navçeyê digeriya jî gelê navçeyê bi nîşaneyên serkeftinê konvoy silav kir. Welatiyên navçeyê tevî dorpêça polîsan jî li ber avahiya HDP’ê kom bûn. Di serdanê de her wiha namzetên hevşaredariyê ya Şaredariya Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen jî tev li xebatê bûn.

Di merasîma vekirina buroyê de di serî de namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Golê ya HDP’ê Aygan Manduz axivî û got ku êdî Golê dê bi rengê jinê bixemile. Namzetên din ê navçeyê Nîzamettîn Ozturk jî da zanîn ku dê hilbijartinên 31’ê adarê qedera Tirkiyeyê biguherîne.

Hemû gel bi hev re ne

Piştre jî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Welatiyan Temellî bi tililî û çepikan pêşwazî kir û dirûşma ‘Serhed bi te rûmetdar e’ berz kirin. Temellî jî da zanîn ku destûr nedane ku pankarta ‘Birêz hevserokê me tu bi xêr hatî bajarê me’ bê vekirin û wiha domand: “Di 2’yê adara sala 1994’an de darbeya siyasî pêk hat. Em siyasetmedarê kurd Orhan Dogan bibîr tînin. Wê demê demokrasiyê li Tirkiyeyê derbekê giran xwar. Ji bo pêçana wê birînê me têkoşîneke mezin da. Her wiha Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş  bi darbeya siyasî hatin girtin. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin me ji têkoşîna me vegerînin. Em weke kurd, tirk, laz, çerkez û hemû gelên din bi ti cihekî ve naçin. Em bi hevre ne û dê her li vir bin.”

Bang li wezareta dadê kir

Temellî piştre jî berxwedanên grevên birçîbûnê bi bîr xist û got ku çalakvan dixwazin neheqî, bê hiqûqû û bêedaletî rabe û dawî li tecrîda ser Ocalan bê. Temellî wiha derbirî: “Em bang li wezareta dadê dikin ku li gorî zagonên xwe tevbigerin.” Temellî destnîşan kir ku AKP’ê rêncber jî weke terorîst ragihandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger wan rêncberan li şûna fêkiyan gule biçanda, nedibûn terorîst. Rojane zamê li her tiştî dikin lê qala wan nakin. Bi şev û roj êrîşî HDP’ê dikin. Vaye 17  sale hûn desthilatdarin. Gelo me HDP vî welatî bi rêve dibe?”

Piştî axaftinê jî Temellî buroya hilbijartinê ya HDP’ê vekir û derbasî navçeya Kaxizman a Qersê bû. ERDEXAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar