Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Êrîvanê êrîş û dagirkeriya tirk hate şermezarkirin

Operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê û êrîşa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê li Êrîvanê hate şermezarkirin

Li navenda Enformansyon a Çapemeniyê ya li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi tevlêbûna hevserokê Şêwra Gelê Kurdên li Ermenistanê û parlementerê Parlementoya Ermenistanê Kînyas Hasano, hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Birboyan û endama Yekitiya Jinên Azad a Ermenistanê (YJA) Lîanna Mhoyan ji bo şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ya kete sala 8’an hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Armanca êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser destkeftiyên kurdan, xwe gihandina xeyalên sînorên Mîsak-î Mîllî û ji bo vê xeyala xwe bi cih bîne kurdên ku li pêşiya wan dibin asteng ji holê rakine.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hişmendiya Osmanî ya nû ziyanê dide gelên Rojhilata Navîn û wiha berdewam kir: “Ji bo gelên li Rojhilata Navîn bi hev re bi azad bijîn, sîstema herî baş sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li rojavayê Kurdistanê ku gel bi hev re azad dijîn, bakur û rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ya herî şênber e.

Hate gotin ku êrîşên dagirkeriyê yên li başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û bêdengbûna rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vê nîşaneya teng a ji ber berjewendiyên yek alî derketiye holê ye. Dewleta tirk hevkariya ku sed sal in dixe dewreyê dîsa xistiye dewreyê, bi vê yekê dixwaze ziyanê bide destkeftiyên kurdan.

Her wiha êrîşa dewleta tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî şermezar dikin, bang li NY’yê dikin ku li dijî êrîşên li ser sivîlên ku di bin sêwan Neteweyên Yekbûyî de ne bibin xwedî helwest.” ERÎWAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar