Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Ermenistanê mîtînga li dijî tecrîdê

Kurdistaniyên li Ermenistanê, ji bo şermezarkirina ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Azad (YJA) a Ermenistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê li paytext Erîvanê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng li qada Şahomyan a Erîvanê pêk hat. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyama YJA’yê ya Ermenistanê ji aliyê endama rêveberiya YJA’yê Lianna Mhoyan ve hate xwendin.

Di peyamê de hate ragihandin ku jinan li her devera dinyayê hêrsa xwe ya li dijî newekhevî, bê edaletî, neteweperestî, nîjadperestî û tundiyê li qadan nîşan dan.

Mhoyan diyar kir ku li dijî her şêweyên qirkirinê wan bi gotina ’em jî hene û em xwedî wê hêzê ne ku vê dinyayê biguherînin’ serî hildane û got, “Ji bo azadiyê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê hebû. Tevgera jinên kurd ev yek civakî kir û wekheviya zayendîparêz a civakî berbiçav kir. Sira serketina li dijî DAIŞ’ê ku nîşaneya paşverûtiya herêmî û emperyalîzma dinyayê ye, di vir de ye. Têkoşîn bi me re bû û bi têkoşîn û rêxistinbûnê dikarîbû bihata biserxistin. Serweriya mêr ne mayinde bû, dikarîbû bihata têkbirin. Bi hezaran jinan mîna pêşengên xwe canê xwe feda kirin û jiyana nû afirandin.”

Di dewama peyamê de işaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate kirin û hate gotin, “Leyla Guven zanîbû ku eger azadî û aştiya li dora jinê li Rojhilata Navîn pêk were, ev yek bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane û bi vê yekê re dest bi berxwedanekê kir ku navnetweyî bû.”

Di peyama YJA’yê de wiha hat gotin: “Bi navê jinên kurd ên li Ermenistanê, em bang li jinên dinyayê hemûyan dikin ku bi îrade, biryardarî û piştevaniyê refên têkoşîna azadiyê xurt bikin. Pêkanîna konfederalîzma jinê, afirandina enternasyonalîzma jinê dikare pêk were.”

Di peyamê de berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate silavkirin û bang li her kesî hat kirin ku berxwedanê xurt bikin.

Di dawiya peyamê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan hate pîrozkirin. Piştî xwendina peyamê Serokê Yekitiya Kurdistanê ya Ermenistanê, endamê KNK’ê û parlamenterê Ermenistanê Kinays Hasanov axivî. Hasanov tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgirî da berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dewam dike.

Seroka Komîteya Kurdistanê Jênîka Qadir jî diyar kir ku divê ew bi rengekî bênavber ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin û got, “Pekanîna azadiya Rêberê me wezîfeya me hemûyan e. Bang li her kesî dikim ku wezîfeya xwe bi cih bînin.”

Endamê Meclisa Damezrîner a Şengalê yê li Ermenistanê Silo Dirboyan jî wiha got: “Rêber Apo ji bo parastina hebûna gelan têdikoşe. Ya ku li rastiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê tê, projeya Rêber Apo ye, felsefeya wî ya jiyana nû ye.” Dirboyan diyar kir ku bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê xwîn êdî nerije.

Endamê Komîteya Kurdistanê ya herêma Oktomberyanê Mîlo Kalaşyan jî wiha got: “Yekane rêya ku bi dijmin re gavê paşde bide avêtin yekîtiya me ye. Bi pêkanîna yekîtiyê re divê em berxwedanê mezin bikin.”

Nûnerê Herêma Elegezê Alîk Şaboyan wiha got: “Dijminê li dijî me, dijminekî faşîst e. Ji ber vê yekê bi yekitiya xwe re divê em berxwedanê xurt bikin.”

Rojnameger û nivîskar Mirazê Cemal jî di mîtîngê de helbesteke xwe ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. ERÎVAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar