Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li Ewropa çalakiyên li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê didom in

Bi hezaran kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK’ê li ser piyan e.

Li welatên Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê berdewam dikin. Bi hezaran kurdistaniyên li Ewropa dijîn li hemberî xiyanet û êrîşên dagirkirinê di roja duyemîn de daketin qadan û berxwedana gerîlayên HPG’ê silav kirin.

Atîna

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê, êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna ya bi hevkariya PDK’ê li paytexta Yewnanîstanê Atînayê bi meşekê protesto kirin.

Meşa ku li ber Akademiya Atînayê dest pê kir, li ber konsulxaneye tirk bi dawî bû. Tevî şoreşgerên navneteweyî, welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Tedbîrên tund ên polîsan ên li ber rêya meşê û Konsulxaneyê bal kişandin.

Di meşê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û girseya ku pankartên bi nivîsa “Bimre xiyanet” a ku balê dikişîne ser hevkariya PDK-TC’ê hildan. Di meşê de timî dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin.

Piştî meşê axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “ Ev êrîşên dagirkeriyê ne nû ne. 40 sal e êrîşên dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê tê meşandin. Lê hemû êrîş ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin pûçkirin. PDK di nava xiyanetê de ye. Xiyanet û êrîşên topyekûn wê bi berxwedaneke topyekûn werin şikandin.“

Di daxuyaniyê de bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk hat kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Kassel

Ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji şeva 17’ê nîsanê û vir ve û êrîşên artêşa Iraqê yên li ser bendên YBŞ, YJŞ’ê yên li herêmên Geliyê Şîlo û gundê Sikêniyê, li Kasselê çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin.

Li ser banga DTKM’ê gel li Kasselê daket qadan. Aktîvîst û saziyên enternasyonalîst û gelek kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û li ser navê saziyan daxuyanî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin. Çalakiya ku ji aliyê derdorê ve rastî eleqeyeke mezin hat, bi saetan bi dirûşmeyên “Hoch die internationale Solidarität”, “Kinder Mörder Erdogan” û “Bijî berxwedana gerila” berdewam kir.

Hannover

Navendek din a çalakiyan bajarê Hannover yê Almanyayê bû. Çalakiya bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê pêk hat de belavokên bi zimanê almanî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re hate şermezarkirin. Di peyaman de hate gotin ku heta êrîş bidomin wê çalakiyên protestoyî li tevahiya Ewropayê bênavber bidomin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

Heibronn

Li bajarê Heîlbronn yê Almanyayê, Navenda Civaka Kurd êrîşa hevpar a dewleta tirk û malbata Barzanî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi mîtîngekê protesto kir. Li Kilianzplatzê li hev civiyan pankart vekirin û dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Bimre xiyanet” û “Kujerê zarokan Erdogan ” berz kirin.

Di mîtîngê de hevserokê Navenda Civaka Kurd Sevket Çelîk axaftinek kir û li dijî xiyaneta PDK’ê bang li hemû kurdan kir ku bibin yek.

Toulouse

Li bajarê Toulouse yê başûrê Fransayê li hemberî êrîşên dagirkirinê û hevkarên wê PDK’ê mîtîngek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku êrîşên hovane û bêexlaqî yên li ser gelên Kurdistanê wê ji aliyê gel ve neyê qebûlkirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “ Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Biel

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bîelê di saetên êvarî de li ber îstasyona trenê ya navendî hatin ba hev û êrîşên dagirkirinê şermezar kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û li dijî xiyanet û dagirkirinê banga serhildanê hate kirin.

Chur

Navendek din a çalakiya kurdan bajarê Chur bû. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr hatin cem hev li vir mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de daxuyaniya bi zimanê almanî hate dayîn.

Kurdistaniyên daketin qadan diyar kirin ku ew ê tu carî xiyaneta PDK’ê ya ku destkeftiyên Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk dike, qebûl nekin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar