Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Ewropa û Rûsyayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropa û Rûsyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin

Rojbûna 73’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê bi şahiyan hate pîrozkirin. Kurdên li paytext Moskowayê li Mala Kurdan li hev civiyan û 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser jiyana Abdullah Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsyayê di pîrozbahiyê de peyam dan û diyar kirin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e, lewma li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Sare û Îbragîm Haciyev, Leyla Mgoyan û koma govendê ya Niştîman derketin ser dikê. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

Kurdên li bajarê Îvanovayê jî 4’ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin. Kesên tevlî pîrozbahiyê bûn li ser wateya rojê hestên xwe anîn ziman. Qisekeran diyar kirin ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesî qala hebûna gelê Kurd nedikir û gotin, çavkaniya têkoşîna Kurdan fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha hate ragihandin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê, li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin. Gelek zarok û ciwan di pîrozbahiyê de amade bûn. Zarokên Kurd helbestên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandîbûn xwendin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, 4’ê Nîsanê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate pîrozkirin. Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Aktaş anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe gelê Kurd nikare azad bibe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. Di pîrozbahiyê de ku nêzî 500 kes amade bûn dirûşm ji bo Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

Li gel peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo Newrozê, peyamên KCDK-E û HBDH’ê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Dem, Seher Saran, Hozan Kamber, Kawa Ûrmiye û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, bi pêşengiya Komîteya Kurd pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin, ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û gelên bindest e. Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar