Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Ewropayê bi hezaran kes ji bo Rojava li qadan bûn

Ji Swêdê heta Swîsre, Fransa, Yewnanistan, Awusturya û Almanyayê li gelek welatên Ewropayê îro ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li hemberî dewlet tirk hêrseke mezin hebû

Bi dehhezaran kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi şervanên HSD’ê û gelê Rojava re, li dehan navenda daketin qadan. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk hatin şermezarkirin.

SWÊD

Di vê çarçoveyê de li bajarên Stockholm, Malmo û Borlage yên Swêdê bi hezaran kes daket qadan. Di çalakiya Stockholmê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî Kurdistan, Bbimre Erdogan’, ‘Faşîst kujer Erdogan’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Destên xwe yên qirêj li ser Kurdistanê rabikin’ berz kirin. Di çalakiyê de wêneyên Erdogan hatin şewitandin. Di çalakiyê de axaftvanan êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin ku divê gelê kurd li dijî êrîşan bibe yek.

Li Malmoyê jî bi sedan kes bi heman boneyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku dewleta tirk ji bo ku kurd nebin xwedî statû û piştgiriyê bide çeteyên DAIŞ’ê, dest bi êrîşê kiriye. Li Borlageyê jî meşek hate lidarxistin. Piştre jî welatiyên ku li Borlage Kupolenê civiyan, bi dirûşman dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin.

SWÎSRE

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Cenevre û Basel ên Swîsreyê jî ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi sedan kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di çalakiyan de alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin û çalakvanan dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Gelên Rojava ne bi tenê ne’ berz kirin. Di daxuyaniyên çalakvanan de êrîş hatin şermezarkirin û ji dewleta tirk hat xwestin ku dawî li êrîşên xwe bîne.

FRANSA

Ev çend roje her çiqas li gelek bajarên Fransayê kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava li ser pêyan bin jî, îro jî bi hezaran kurdistanî û dostên wan li Marsîlya, Lorîent û Parîsê çalakî li dar xistin. Pêşengiya çalakiyên li Marsîlyayê Tevgerên Ciwanên Şoreşger a Marsîlya û Margananeyê dike û ciwanan di saetên şevê de li balafirgeha Marsîlyayê çalakiyek kirin. Li Parîsê jî polîsan êrîşî çalakvanan kir. Di çalakiyan de hat gotin ku gelê Rojava bi tenê nîne. Kurdistaniyên ki li bajarê Lorîentê jî bi çalakiyekê êrîş şermezar kir. Çalakvanan bang li hikûmeta Fransa û YE’yê kir ku li dijî êrîşan xwedî helwesteke zelal bin.

YEWNANISTAN

Li Yewnanistanê jî ev çend roj in kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava çalakiyan li dar dixin. Di çarçoveya çalakiyan de kurdistaniyan îro li bajarên Trondheîm û Lavrîoyê jî êrîşên dagirker ên dewleta tirk bi mîtîngan protesto kirin. Hêrsa gel a li dijî êrîşan zêde bû û destnîşan kirin ku çawa li Kobanê li ber xwe dan dê niha jî bi heman şêweyî li ber xwe bidin.

NORWEÇ

Kurdistanî û dostên wan ên ji Norweçê yên li bajarê Stavanger a Norweçê çalakî li dar xistin û dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Hate gotin ku kurd ne bi tenê ne.

AWUSTURYA

Kurd û dostên wan ên li herêma Lînz a Awusturyayê jî êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Rojava protesto kirin. Federasyona Gelên Demokratîk a Awusturyayê, ATÎGF û saziyên ATÎK’ê jî destek dan çalakiyê.

ALMANYA

Îro li gelek bajarên Almanyayê yên weke Koln, Dûîsbûrg, Bremen, Kassel, Munster, Heîlbronn û Zûrîhê bi tevlêbûna bi hezaran kurdistanî û dostên wan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama ‘Roj roja ji nû ve mezinkirina berxwedanê ye’ hate dayîn. Çalakvanan êrîş şermezar kirin û belavok belav kirin. Çalakvanan herî dawî jî destnîşan kirin ku dê di her alî de piştgiriya xwe ya bi Rojava re bidomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar