Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Ewropayê herî kêm 55 kurdistanî bi şewba koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Ji ber pandemiya Covîd-19 ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, li Ewropayê herî kêm 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar Kurdistanî jî bi vîrûsê ketine.

Ji ber pandemiya vîrûsa koronayê (Covîd-19)  li parzemîna Ewropayê bi dehan kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde jî kurdistaniyên li welatên Almanya, Fransa, Belçîka, Ingilistan, Hollanda û Swîsreyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî texmînan li Almanyayê milyonek û 500 hezar kurd hene. Di nava vê nifûsê de hejmara kesên emirmezin jî zêde ye. Jixwe li Almanyayê heta niha derdora 120 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Li gorî statîstîkên KCDK-E’yê, li welatên Ewropayê heta niha 55 kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 955 kes jî bi vîrûsê ketine. Temenê qurbaniyan bi giranî derdora 60 salî ye. Lê belê zarokekî 4 salî jî jiyana xwe ji dest da. Kurdistanî herî zêde li Ingilistanê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî li Almanya, Swêd û Fransayê bûn qurbanî.

Li gorî daneyên KCDK-E’yê hejmara kurdistaniyên jiyana xwe ji dest dane li gorî welatan wiha ne: “Li Almanyayê 11, li Ingilistanê 20, li Swêdê 10, li Fransayê 9 û li Belçîkayê jî heta niha 5 kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dane.”

Hejmara kesên bi vîrûsê ketin

Di daneyên KCDK-E’yê de rejeya kesên bi şewbê ketin jî li gorî welatan wiha hatiye destnîşankirin: “Li Ingilistanê 350, li Almanyayê 300, li Fransayê 90, li Hollandayê 54, li Swêdê 45, li Belçîkayê 42, li Swîsreyê 37, li Awustryayê 34, li Danîmarkayê 5 û li Kanadayê jî kurdistaniyek bi şewba vîrûsa koronayê ketine.”

Kurdistaniyên di karantînayê de

KCDK-E’yê hejmara kesên di karantînayê de jî wiha parve kir: “Li Ingilistanê 80, li Swêdê 14, li Fransayê 11, li Hollandayê 7, li Belçîkayê 5 û li Awusturyayê jî 4 kurdistanî di karantînayê de ne.”

Xebat û kampanyayên li Ewropayê

Ji bo têkoşîna dijî vîrûsa koronayê, Heyva Sor a Kurdistanê dest bi kampanyaya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ kir. KCDK-E û TJK-E jî piştgiriyê didin kampanyayê. Konfederasyona kurd KON-MED a li Almanyayê jî bi rêya maseyên krîzê hewl dide alîkariyê bi Kurdistaniyan re bike. Ji aliyê tenduristî, hiqûqî û malî ve xizmeta şêwirmendiyê pêşkêş dike. Di bin sîwanê konfederasyonê de 12 bijîşk xizmetê dikin. Di serî de Berlîn, Koln, Hambûrgê li gelek bajaran maseyên krîzê hatine avakirin û hem maskeyan çêdike hem jî xizmetê ji extiyaran re dike.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî di serî de li derdora Parîsê li Fransayê hem xizmeta xwarinê dide kedkarên tenduristiyê hem jî karsazên kurd ên karê tekstîlê dikin maskeyan hildiberînin. Li Swîsreyê jî kampanya û alîkariyeke bi heman rengî heye. Li paytexta Ingilistanê Londonê, Meclisa Jinê ya Roj alîkariyê bi extiyaran re dike. Li gelek welatên Ewropayê xizmetên bi heman rengî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar