Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Li Ewropayê li dijî tecrîdê çalakî hatin li darxistin

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li seranserê Ewropayê hat rûreşkirin. Kurdan û dostên wan doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û ji ber helwêsta xapînok a CPT´ê jî ew şermezar kirin.

Li dijî tecrîdê dawiya hefteyê li seranserê Ewropayê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat rûreşkirin û doza azadkirina wî ya fizîkî hat kirin.

Meclisa Gelê Kurd a bajarê Hambûrgê yê Almanyayê, li dijî tecrîdkirina şidandî ya Rêber Abdullah Ocalan, êrîşên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê, li Rote Flora ya li devera Sternschanzeyê daxuyanî hat dayîn. Meclisa Jinan a Rojbîn, hêzên înternasyonalîst ên alman, rêxistinên ciwanan û kurdistanî tev li daxuyaniyê bûn. Dîcle Çewlîk li ser navê Meclisa Gel a Hambûrgê got ku: “CPT bi bêdengiya xwe dibe hevkarê dewleta tirk. Ji ber ku dewleta tirk di şer de israr dike, Rêbertiya me tecrîd dike. Divê her kes ji bo azadiya Rêbertî dakeve meydanan.”

Gelek kes li Luisenplatz a li navenda bajarê Darmstadtê hatin gel hev û tecrîdkirina Rêber Ocalan protesto kirin. Di axaftinan de hat gotin ku tecrîdkirina li ser Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Mîtîng bi gotina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Li bajarê Almanyayê Frankfûrtê jî tecrîdkirina Abdullah Ocalan hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Hauptbahnhof a Frankfurtê hatin gel hev û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Xelkê di meşê de bênavber dirûşmeyên “Freiheit fur Ocalan, Frieden in Kurdistan (Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî)” gotin. Li meydana Alte Oper daxuyanî hat dayîn û doza azadiya Abdullah Ocalan hat kir.

Li paytexta Almanyayê Berlînê, di roja Mafên Mirovan a Cîhanî 10’ê kanûnê de, merasîma piştevaniya bi girtiyên polîtîk re hat lidarxistin. Meclisa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) bal bire ser tecrîdkirina Rêber Ocalan. Merasîm li ber parlamena Berlînê hat lidarxistin. Di daxuyaniya li merasîmê de qala rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Bi pêşengiya YJK-E ya Dusseldorfê û Navenda Civaka Kurd a Duisburgê di navbera saet 14-16’an de, kurdistanî û dostên wan li Immermannhoftê hatin gel hev û tecrîdkirina Abdullah Ocalan protesto kirin. Çalakgeran peyama “Heta ku Rêbertî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike, em ê li qadan bin” da.

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Freiburgê jî çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Çalakgeran, destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabibe ew parêzer û malbata xwe bikarin hevdîtinê bikin.

Li ser banga NCDK û TJK-F’ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan li banliyoya Parîsê Villiers Le Belê meşek hat lidarxistin. Bi sedan kurdistanî li banliyoyê kom bûn û di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin gotin. Li banliyoya Parîsê, Evryê jî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyek hat lidarxistin. Meş ji ber komeleya Gringyê heta avahiya Şaredariyê hat kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin. Di axaftinan de bang li CPT û saziyên elaqedar hat kirin da ku demildest berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Çalakiyên li dijî tecrîd û îşkenceya li Îşkencexaneya Îmraliyê li Marignane ya ser bi Marsîlyayê (bajarê Başûrê Fransayê) dewam kirin. Ev meha çalakiyên bêdem a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Marsîlyayê ye. Dawiya hefteyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Marignane meş hat kirin. Xelkê bi 33 zimanan li ser pankarta xwe “Azadî ji Ocalan re” nivîsî. Di meşê de bi gelek zimanan danezan hatin xwendin. Di daxuyaniya li ser navê NCDK´ê de hat gotin: “Em bang li Konseya Ewrûpayê û beşên wê yên rayedar dikin da ku bi erka xwe rabibin. Em bang li hêzên demokratîk jî dikin têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gur û geş bikin.”

Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Lorientê jî bi çalakiyekê hat protestokirin. Kurd û dostên wan, saet di 18.00’an de li Qada Place Aristide-Briand a bajarê Lorientê hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bimire faşîzm”, “Bijî Rojava”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Erdoganê kujer” û “Bimire xiyanet” hatin gotin. Di axaftinan de rexne li bêdengiya welatên Yekîtiya Ewrûpayê li dijî hovîtiya dewleta tirk hatin kirin.

Ji bo protestokirina tecrîdkirina Abdulah Ocalan, Kurd û dostên wan îro li bajarê Amsterdam ê Hollandayê meşeke girseyî li dar xistin. Belavokên têkildarî tecrîdê û bêdengiya welatên Ewrûpayê ya li hemberî sûcên dewleta tirk, hatin belavkirin.

Li paytexta Swîsreyê Bernê, bi tevlibûna komeleyên Çandê yên Kurd ên Bern, Freiburg, Biel û Solothurnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke hevpar hat lidarxistin. Kurdan bi çalakiyê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar